Temenek tijî ked; ku tê de şagirtî, zanyarî, mamostetî û ramyarî hene. Xwendin, helbest, nivîs, nivîskarî, hozanî û perwerdekirin hene. Çîroka Dr.Gundî Dîlberz ji gundekî biçûk yê Rojava dest pê dike, dirêjê Berlînê dibe. Aliyekî dilê wî hîna li gund dijî, ji ber wê jî "gundî" ye. Aliyekî wî jî hîna şagirt e, şagirtê seydayê Cegerxwîn e. Di jiyana wî de du hêmanên neguherbar ev in û sonda wî ya dilsoziya bi doza Kurdistanê re ye. Malbata wî ji Bakur koçî binxetê ango Rojava dike. Evdûşkê bavê diya wî dû re vedigere aliyê Qehtê – Nîzîbê, yên din li wir dimînin. Sal li dora 1980 yî ye. Li gundikê Qitmê bi cih dibin. Li gund misilman û êzîdî têkel in, di bîra Gundî de tu pirsgirêkên navbera olan de cih nagirin. Mirovên wî yên li Bakur mayî dibin misilman, piştî salên 70 yî hevdu dibînin, lê ol nabe arîşe û hevdu hembêz dikin.


Ji zaroktiya Dr. Gundî

Dû re Qitmê mezin dibe bi qasê 100 -150 malan. Du dikanên gund tim di bîra wî de ne. Ez dibêjim:"Dikana Beko du qalib sabûn." (dikene) û dibêje: belê gotina te ye. Kehreba (ceryan) jî nîne, jiyaneke gundîtî û sedîsed xwezayî li dar e. Malbat cotkar in, di nav kar de mezin dibe. Milk, zevî û zeytûn jî karên wî ne, bi wan perwerde dibe, diçe ber berxan, paşê mehên havînan di vehesên dibistanan da dibe şivan û gavanê sewalên mala  xwe. Heya berî ji welat derkeve hên bi malbata xwe ra karê rêncberiyê dike. Nayê jibîrkirin:Yek ji serpêhatiyên zaroktiyê de ku mîna kelemek di canê wî de çiklandiye jî ev bûyer e: "Xwendina Quranê beşek ji bernameya dibistanî û mecbûrî bû. Çawa kurdên Bakur her beyanî neçarbûn bêjin: Em tirk in û bi tirkitiyê sond bixwin. Me jî bi zorê  gotinên ku êzîdî jê hez nakin‘, bi lêv dikirin. Me; zarokên êzîdîyan, ew gotin nedixwend, em di ser re derbas dibûn. Mamoste pirsî:Hûn çima naxwînin? Wî dixwest me neçarî wê gotinê bike. Ji me re got, yan winê Quranê bixwînin wek zarokên misilman, yan winê ji dibistanê bi carekê derkevin. Me bi Erebî nedizanî, lê neçar in fêr bibin. Mamoste di nav dersê de heqaretê li me dikir:"Intê beqara, wile me beqara?" Wê demê 7 salî bûm, niha 67 im, ew heqareta ew zulma mezin weke îro li pêş çavên min in.

Çima dîrok?

Li Bajarê Ezazê: Li ser rêya çûn û hatinê navbera Qitmê û Ezazê de ku Gundî xwendina xwe li wir berdewam dike, wê demê hin zarok dibêjin emê bibin doktor, hin dibêjin endezyar, efser û hwd. Gundî dibêje; ezê bibim mamosteyê dîrokê. Hên wê demê kesayetiyên dîrokê bala wî dikişînin û bûyer di serê wî de dimînin. Paşê ev pirsên wek; cîhan çawa çêbûye? Ev dinya çawa dihere û tê? Di serê wî de li bin guhên hevdu dikevin. Herwisa jî beşa dîrokê ji bo wî yê herî baş e. Di nav de cihê xwe dibîne, wisa jî bîografiyên mirovan ji bo wî balkêş in. Kî ji ku tê û bi ku ve diçe? Bi taybetî zanist û fîlosofîya dîrokê ji bo siyasetê gelek girîng dibîne. Bavê wî nexwende ye, lê dengê wi xweş e,hemû stranên li Çîyayê Kurmênc ji ber kirine û dibêje. Memê Alan, Dewrêşê Evdî, Ûsibê Şer, Cembelî û hwd. Bi taybetî strana „Lo Welato“ li ser şoreşa Şêx Seîdê nemir dibe strana wî ya hişyarbûnê û banga Gulîzarê ku digot:„Lo kurdino…Lo Kurdîno..hûn pir in, hûn bê bereket in“. Ew dibe zayîna welatparêzîya destpêkî.

Serhildana Şêx Seîd

„Min nedizanî Şêx Seîd kî ye, çi ye, çi kiriye? Em dû re fêr bûn. Li Ezazê em gelek bi kurdîtiyê hesiyan, bivênevê zarokên kurd kêmanîbûn di nav ereban da, bi awayekî xwezayî em li hevdu diciviyan û her gav bi hev re bûn. Nûçe dihatin, me di nav xwe de şîrove dikirin. Li Bexda sala 1958 an înqilab çêbû, êdî behsa kurd û ereban aşkere dihat kirin. Îraq, şoreş, Kurdistana Îraqê û wisa jî min zanî ku kurd ne tenê li Çiyayê Kurmênc in. Parçeyên din jî ketin nav zanîn û hişyariya min. Şoreşê li Başurê Kurdistanê dest pê kiribû. Me li radyoyê guhdarî dikir. Peyvên Mele Mustefa Barzanî, pêşmerge, gelê kurd û şoreş ketin rojeva me. Germahiyeke mezin di dilê min de çêbû”. Sal 1963 ye Gundî ketîye polê 10 an li Helebê:’Rojekê dawîya sala 1963 an de nivîsarek bi destê min ket. Sergotina wê nivîsarê wisa bû: „Çêtir e tu mûmekê vêxê, li şûna ku tu sixêfan li tarîyê bikî“. ‘Di wê demê de min lez da xebatên kurdîtiyê û min xelasîya kurdan di xwendin û fêrbûnê de didît. Nivîsandina helbestan jî min bi wê dîtinê dest pê kir. Dîsa dawîya sala 1963 an bû. Sîyaset, çand, xwendin, nivîsandin û têkoşîn tev bi hev re bûn. Rêxistin yan jî Partî ji min ve weke hêzeke mezin xuya dikir. Di rastîyê de karê me, yê nav Komelê û yê nav Partî jî, bi tenê çandî bû, me navê sîyasî jî lêdikir.’ Li dawîya sala 1970 an Gundî tê girtin û 20 rojan êşkence dikin, tiştek bi dest wan nakeve, tê berdan. Paşê sala 1971an dixwaze biçe li Mosko bixîne, lê derîyê Mosko ji wî re venabe û li Berlîna Rojava bi cih dibe. Wê demê şaxên Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa li pir welatên Ewropa hene. Gundî zû li Berlînê dibe endamê komelê û hê jî wê saziyê bilind dinirxîne:‘Îro çawa tevgera gerîlayên Kurdistanê bûye dibistana neteweyî ji bo hemû kurdan, ew komele jî wisa bû.’ Wêje û helbest: Ji Helebê dest bi nivîsandinê dike, lê bi erebî. Li Berlînê giranîya xwe dide ser xwendin û nivîsa bi kurdî. Li ba mamoste Cemal Nebez jî di beşê îranîstîk de fêrî xwendin û nivîsa zaravayê soranî dibe. Naverokên helbestên wî zêdeyî welat û welathezî û berpirsîyarî ne.

Evîndarî evîna welêt e

Ekola wî ya hunerî nêzî Cegerxwîn e. „Dîtina min a hunerî ev e; eger ez binivîsînim, divêt mirov xwe di wan nivîsan de bibînin. Gava min nivîsand û xelkê got: Gelo ev çi dibêje? Tu wate ji helbestan ra namîne. Dr. Gundî bi rêya zanîngeha Berlînê ji bo xwendin û lêkolînan sala 1979 an şeş hefteyan li Lênîngrad (Petersburg) dimîne. diçe serlêdana Qanatê Kurdo û dîyarîya komela xwendekaran ji Berlînê pêşkêşê wî dike, Qanat ji wan re distrê û wiha dibêje: “Ez û Cegerxîn ne wek hev in, ez ji welat dûr im, belengazek im, Cegerxîn di nav gel de ye, helbesvanekî mezin e. Ez û Cegerxwîn nabin yek” Li Lênîngradê Gundî ji alîyê Ordîxanê Celîl ve jî him li mal û him li Înstîtût bi dilgermî tê pêşwazîkirin. Herwisa li Êrîvanê jî dibe mêvanê Tosinê Reşîd, germahiya dilê kurdên Ermenîstanê li ser welatparêziya wî bandoreke qewî çêdike.   
Rojbûna wî roja dagirkirina Mahabadê ye; 17.12. 1946 Ew rasthatinî ji Gundî re dibe barek û berpirsiyariyeke li beramberî Komara Kurdistanê. Şoreşa Eylûlê jî li Başûrê Kurdistanê her cihekî xwe yê taybet li ba wî heye. „Lê tim Bakur di dilê me de bû. Me digot: Eger Bakur ranebe û bi sernekeve, em jî bi ser nakevin“. Videoyeke Apo (Abdullah Ocalan) ket destên me, kamereyeke amator û pir lawaz bû. Wiha digot: Li dijî tecawizkaran hûn jî şer bikin, bi sîleh, bi çekan, bi keviran, bi destan, we nekarî gez bikin. Wê gotinê bandoreka mezin li min kir. Min got: Ev serokatiyeke nû ye li Kurdistanê. Êdî em pê de çûn, me nas kir. Gava berxwedana zindanan jî min nivîsî:‘ Ew stêrkên me ne li ezmanan. Me jî xwe di ber çavan re derbas kir. Ev çi dikin û me heta niha çi kiriye? Tevger bû hêviyeke mezin, serok bû serokatiyeke nû. Di avakirina Înstîtûta Kurdî ya Berlînê de cih digire. Di her civîn û çalakiyan de ye, semînar û perwerde ji alîyê wî de heta çûna Înstîtûtê ji Berlînê dewam dikin. Di civîn û hilbijartinên Parlamena Kurdî ya li derve da beşdar dibe û endametiya KNK ê hê jî berdewam e.

Berhemên wî

Yekbin..!: Helbest 1981- Li Ser Rêya Cegerxûn: Helbest 1986- Di Sîya Dûriyê da: Helbest 1992- Destana Bindestiyê: Helbest 2006- Helbestvanê Kurd Cegerxwîn: (Der Kurdische Dichter DJAGRCHUN) û wergerandina helbestên wî bi almanî 1987- Komkujiyên Kurdan li Tirkiyeyê, weşana Xoybûnê, hejmar 3,1928 li Qahîrê, wergerandina almanî ji înglîzî, Berlîn 2007 (Navê pirtûkê bi înglîzî:THE MASSACRES OF KURDS IN TURKEY, Cairo 1928) (Navê pirtûkê bi almanî: DIE MASSAKER AN DEN KURDEN IN DER TÜRKEI, Berlîn 2007- Mamoste û Şagirt Cegerxûn û Gundî: Gotar û lêkolîn li ser jîyan  û helbestên Seyda Cegerxûn, 2013- Muhammad Talab Hîlal, (Studie über die Provinz Al-Jazeera in nationaler, sozialer und politischer Hinsicht) Berlîn 2013, wergerandina almanî ji erebî (Raporteka îstîxbaratê ye li ser herêma Cezîrê bo amadekirina planên kembera erebî) sala 1963.


YEKO ARDIL/BERLIN