
Tevger a bi hêza cewherî
Ekonomîst Aslan diyar kir ku li ser daxwaza Xweseriya Demokratîk li atolyeyan li ser bernameya aboriya alternatîf danûstandin tên kirin û destnîşan kir ku eger di vê mijarê de dewlet dest bi muzakereyê neke ewê dîmanîkên cewherî yên civakê re vê yekê bixin meriyetê. Aslang ot, "Ez di Komîteya Amadekar a Konferansa Aboriyê ya KCD de cih digirim. Armanca me ya bingehîn ew e ku em daxwaza Xweseriya Demokratîk li siyasetê dikin. Daxwaza xwe ya Xweseriya Demokratîk em dikarin bi du awayî bicih bînin. Yek ji van alternatîfan; di encama muzakereya bi dewletê re em dikarin pêk bînin, ya duyemîn jî eger bi dewletê re li hevkirinek çê nebe em dikarin bi hêza xwe ya cewherî pêk bînin. Em êdî nikarin bisekinin, gelê Kurdistanê bi neheqiyeke mezin a sosyo-ekonomîk re rû bi rû ye. Bi vê têgihiştinê me dest bi amadekariya vê konferansê kirin. Ji ber vê yekê divê em tavilê bi hêza xwe ya cewherî, aboriyekê ava bikin. Em behsa ekonomiyeke alternatîfî sîstema kapîtalîst dikin."
Çavkanî tên mêtîngeh kirin
Aslan da xuyakirin ku ew dixwazin bi daneyên zanistî re asta heyî ya sîstema kapîtalîst û mêtîngeriyê xwe li Kurdistanê gihandiye derxînin holê û destnîşan kir ku ew atolyeyan jî weke xebateke fîzîbîlîte dinirxînin. Aslan got, "Mînak atolyeya li Êlihê atolyeya av, enerjî û madenkarî bû. Gelekî berhemdar bû. Di sektora madenê de bi rêjeya ji sedî 54'an ji Kurdistanê re destûra bikaranînê hatiye dayîn û ev destûrnameyên hatine dayîn jî veguherîne milkê taybet. Yanî li ser erdnîgariyê, li ser çavkaniyên xwezayî serdestiya gel nîne, berevajî serdestiya sermayeyê û serdestan heye."
Armanc ekomoniya komunal e
Ekonomîst Aslan ragihand ku armanca wan ekonomiyeke komunal e û anî ziman ku ji bo vê yekê navgînên pêwîst bi têrkerî li ber destê wan nîne. Aslan got, "Perspektîfa me ya bingehîn derdikeve holê. Em dixwazin aboriyeke komunal derxînin holê. Ji bo ve jî divê em ji aliyekî ve li hemberî sîstemê li aliyê din jî li dijî dewletê têbikoş in."
Aslan ragihand ku ewê bi dînamîkên cewherî yên li Kurdistanê re aboriyeke alternatîf ava bikin û ragihand ku ew modelên li cîhanê li ber çavan derbas dikin.
FERHAT ARSLAN / DÎHA/ÊLIH