Welatiyê îranî Bakhtyar Othman axaftina vekirinê ya konferansê kir û li ser qirêjiya hewayê û bandora wê ya li ser jiyana mirovan rawestiyan. Othman diyar kir ku rewşa hewayê li ser kesên nexweş bêhtir bndorê dike û wiha axivî: "Nexweşên ku di aliyê bêhnstendin û nexweşiya dil bi wan re heye bandoreke neyînî li ser wan çêdike û ev yek rê li ber pençeşêra kezebê vedike."
Welatiyê iraqî Candice Williams jî bi sernavê "Bidestguhertina Bendava Mûsilê, Av û Terorîzm" pêşek pêşkêş kir. Williams bi taybetî li ser polîtîkayên cihadiyên ku şerê avê dimeşînin rawestiya û wiha got: "Pevçûna li ser avê û wê wekî amûrekî bi kar bînin gelek rê û rêbazên wê hene." Willams li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî sekinî û wiha pê de çû: "Êrîşên DAIŞ'ê ne tenê dagirkirina ax e. Êrîşên wê bi santralên elektrîkê û bendavan ve jî girêdayî ye." Aktîvîstê ekolojiyê Mr. Shwam Mahmood jî li ser şerê Iraqê û bandorê wê axivî. Konferans axaftinan didomin.
AMED