Akademiya Şehîd Elaa ji bo 35 şervanên Cebhet El-Ekrad ku beriya niha tevlî şer û pevçûnan bûne, dewreyek perwerdeya leşkerî ya pisportî organîze kir. Deweya bi navê Şehîd Ebdo Mesrûi meh û nîvekê dewam kir. Di dewreyê de şervanan waneyên leşkerî û ramyarî birin û bi merasîmeke leşkerî bidawî bû. Şervanên ku tevlî dewreyê bûne beriya niha dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşên êrîşî herêmên wan ên li bajarê Helebê û derdora wê kirin gelek caran tevlî şer bubûn. Piştî bidawîkirina dewreyê her 35 şervanên El-Ekrad berê xwe dan herêma Kobanê da ku parastina wê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bikin. Hat zanîn ku şervan şevê din gihiştin Kobanê û dest bi çalakiyên leşkerî kirin.

HELEB