Hinek şêx û meleyan şerê navbera YPG û çeteyên El Nusra de wekî hincet nîşandan û îdiakirin ku Kurd li hember cîhadê şer dikin û fetvayên ku can û malên Kurdan helal dibînin dabûn. Mele Seîdê Xelatî bi ayet û hedîsan bersiv da fetvayên ku mal, milk û namûsa Kurdan helat tê dîtin da.
Xwedê ev maf daye
Mele Seîd anî ziman ku di Îslamiyetê de ayetên Quranê û hedîs wekî qanûn tên dîtin û di ayetên Xwedê de tê gotin ku misilman birayên hev in û wiha got: “Ger hemû misilmanên cîhanê bira bin, çiqas mafê ereb, tirk û farisan hebin, ewqas jî mafê Kurdan hene. Xwedê gotiye misilman birayê hev in. Wê demê divê di navbera birayan de hiqûqa biratiyê hebe. Gel Kurd dest dirêjî mafê kesekî nekiriye. Lê bi hezaran sal in ji bo mafê xwe serî rakirine û têdikoşin. Niha li Rojava şoreşek tê jiyîn. Kurd dibêjin ‘Axa ku Xweda ez li ser afirandime, axa min e. Ez jî xwedî mafên ku Xwedê daye min im. Ez ê mafê xwe biparêzim.’”
Di olê de cihê tiştê tê kirin tune ye
Mele Seîd, hedîsa pêxember ya ‘Ger ji we kesek tiştekî ku li gorî îslamiyetê nebe bibîne, bila şerê wî bide’ û wiha axivî: “Îro El Qaîde û El Nusra ji ola îslamê derketine. Ger kî tiştekî berovajî bibêje bila werê, em Quranê binêrin, ka El Qaîde û El Nusra olê dibarêzin an ji bêoliyê dikin. Ji heft salî heta heftê salî can, mal, jin, zarok, meleyên Kurdan ji xwe re helal dibînin. Ma Xweda di Quranê de nabêje ‘Kî bi zanebûn misilmanekî bikuje cihê wî dojeh e, dê heta dawiyê jî li wir bimîne.’ Gelo El Qaîde û El Nusra bi qetilkirina Kurdan ve li hember van ayetan dernakevin?”
Mele Seîd bang li hemû alimên îslamê kir û wiha got: “Heke ew jî wekî El Qaîde û El Nusrayê jin, mal û canên Kurdan helal dibînin bila derkevin û bêjin. Li hember vê yekê çeka me Quran û hedîsên pêxember in. Eger vê nebêjin wê demê bila derkevin bibêjin ‘El Qaîde û El Nusra bi helalkirina mal û canê Kurdan ve ji olê derketine.’ Ji bilî van herduyan tu rê nîne.”
Mele Seîd bang li Serokatiya Karê Diyanetê ya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku divê Serokatiya Karê Diyanetê ya Tirkiyeyê ji van her du riyan yekî tercîh bike. Mele Seîd anî ziman ku şoreşa Rojava, şoreşa heq e, divê hemû kes piştgiriyê bide Rojava . Mele Seîd di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê di pêşerojê de rojên xweştir bijîn.
DÎHA/HEWLÊR