Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî Arjantîn, Şîlî, Brezîlya, Ûrûgûay û Paragûayê, li Spanyayê jî tê nasandin. Civînên danasîna pirtûkê ya bi Katalanî û Spanî, li bajarê Barcelonayê destpê kir.

Civîna ji aliyê weşanxaneya Descontrol Edîtorîal, Colectîû Baûma û AZADÎ - Platforma Piştgiriya Kurdistanê ve hat organîzekirin û li La Casa de la Solîdarîtat (Mala Piştgiriyê) pêk hat. Di civînê de, endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mahmût Çolak Zerdeştî yê pirtûk wergerandî, li ser navê weşanxaneya Descotrol Edîtorîal Hector Clerîs, li ser navê Colectîû Baûma jî Lola Varlîn û gelek kes amade bûn.

Di civînê de rojbûna şoreşgerê enternasyonalîst Ernesto Che Gûevara yê di 14'ê Hezîrana 1928'an de ji dayik bûyî hat pîrozkirin û li ser navê weşanxaneyê Hector Clerîs peyivî. Clerîs diyar kir, nêrînên Ocalan bala wan dikişînin. Mahmût Çolak Zerdeştî jî da xuyakirin, ku ew sîstema konfederalîzma demokratîk ji bo hemû gelên cîhanê weke modelekê dibînin.


'Ji bo tevgerên şoreşger bi kêr tê'

Ji nûnerên mala weşaxaneya Descontrol Edîtorîal Hector Clerîs jî di civînê de axivî û got, wan parêznameyên Abdullah Ocalan ji ber ku bala wan kişandine, weşandiye. Clerîs got, "Ji bo pirsgirêkên heyî pêşniyazên çareseriyê hene. Konfederalîzma demokratîk gelekî bala me kişand. Em di wê baweriyê de ne ku tevgerên şoreşger ên li vê derê wê gelekî sûdê ji vê pirtûkê wergirin."


'Çareserî sîstema konfederalîzma demokratîk e'

Endamê KNK'ê û wergêrê pirtûkê Mahmût Çolak Zerdeştî jî li ser teoriya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jineolojî û şoreşa Rojava axivî. Zerdeştî hin beşên pirtûka destpêkê ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Ocalan xwendin û bi van gotinan nêrînên Ocalan ên li ser netewe dewlet û konfederalîzma demokratîk vegot: "Girîng e li hemberî vê yekê Konfederalîzma Demokratîk bi cih were anîn. Ev sîstem firsenda jiyana azad û wekhev a bi hev re dide hemû gelên li cîhanê. Li cihekî tevlîhev ê mîna Rojhilata Navîn, çareserî sîstema konfederalîzma demokratîk e."


ALÎ GULER/BARCELONA