Siyasetmedar û parlementerê kurd ê serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettin Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî demek dirêj li Enqereyê ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê dihat dermankirin. Li Nexweşxaneya Medicana ya li Enqereyê ku dihat dermankirin pêr êvarê jiyana xwe ji dest da. Elçî ku di hilbijartina 12'ê Hezîranê de di bin sîwana Eniya Ked, Demokrasî û Aştiyê de ku BDP'ê piştgirî dida weke namzetê serbixwe yê Ametê hatibû hilbijartin.

Çav li rê ye ku cenazeyê Elçî îro bi balefirê bibin Mêrdînê, ji wir jî bibin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li wir bi merasîmeke girseyî were definkirin.

Li parlamenê merasîm

Ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê yê serbixwe Şerefettîn Elçî doh li Meclisê merasîm hate lidarxistin. Tevî malbata Elçî, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlementerên BDP'ê, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Çandê Mehdî Eker û gelek parlamenter tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de tu wekîlên MHP'ê cîh negirtin.
Piştî merasîmê kesên ku tevlî bûn sersaxî ji malbatê xwestin. Serokomarê Tirk Abdullah Gul jî ji bo Elçî peyama sersaxiyê weşand. 

DÎHA/ENQERE




Têkoşînek mezin

Şerafettin Elçî, di 14'ê Adara 1938'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li Cizîrê û lîse jî li Mêrdînê xwend. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Ji doza 49’an bi navê “Doza Kurdîtiyê" hate darizandin.
Di 12'ê Adara 1971'an de di nava bersûcê Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê li Dadgeha Leşkerî ya Amedê hate darizandin. 8 mehan li girtîgeha leşkerî hate girtin. Di hilbijartina Parlementeriyê ya sala 1977'an de, wekî parlamenterê Mêrdînê hate hilbijartin. Elçî, di hikûmeta 1978–1979'an de Wekî Wezîrê Avadaniyê (Bayindirlik) wezîfe kir.

Rastî gelek zextan hat

Piştî darbeya 12'ê Îlonê dîsa hate girtin. Ji ber gotina xwe ya "Li Tirkiyeyê kurd hene û ez jî kurd im ji aliyê Dadgeha Awarte ya Enqereyê ve hate girtin û 2 sal û 3 mehan rastî cezayê girtîgehê hat. Dîsa dema wezîr bû ji aliyê Dîwana Bilind ve rastî 2 sal û 4 meh ceza hat. Ji ber van cezayan zêdeyî 30 mehan li zindanê girtî ma.

Dîsa vegeriya siyasetê

Zêdeyî 10 salan ji mafê xwe yê siyasetê hate dûrxistin. Di sala 1992’an de li gel 98 rewşenbirên kurd Vakfa Azadiyan û Gelê Kurd ava kir. Di sala 1995’an de navê Vakfê weke Vakfa Lêkolîn û Çanda Kurdan guhert. Di dîroka komarê de yekem car navê kurd bi awayekî fermî derbas bû. Di 19'ê Kanûna 2006'an de bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Beşdariyê (KADEP). Di hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2011'an de li Amedê di bin sîwana Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de weke parlementerê Serbixwe yê Amedê hate hilbijartin. Elçî zewicîbû û bavê 7 zarokan bû.
Şerafettin Elçi ku berî hilbijartinên 12'ê Hezîranê ji bo karibe bibe parlamenterê serbixwe ji serokatîya KADEPê îstîfa kiribû, di 10'ê Îlonê de di civîna damezrênerên partiyê de careka din weke Serokê Partiyê hat hilbijartin.

33 sal ceza xwestin

Der heqê Serokê Giştî yê KADEPê û Parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi, bi îdîaya ku di du mitîngan de ‘propogandaya rêxistina terorê kiriye‘ 33 sal cezayê hefsê hatibû xwestin.

Ji bo yekîtiyê hewl da

Yekîtiya neteweyî daxwaza Şerafeddîn Elçî bû û ev daxwaz di gelek cihan de dianî ziman. Elçî di vê çarçoveyê de di demên dawî de ji bo yekîtiya gelê Kurd û lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurd di nav hewldanên mezin de bû. Elçî jî di vê qonaxa dîrokî ya gelê Kurd de ji bo têkoşîna gelê Kurd pêkanîna vê konferansê weke gaveke dîrokî bi nav dikir.