Têkildarî qutkirina elektrîkê ku sala borî ji ber nerazîbûnan veguherîbû çalakiyên kolanan, saziya têkildar li şûna çareseriyan "bikaranîna elektrîka qeçax" wek sedem nîşan dide û bi vî awayî neçaresiyê kûrtir dike. Li bajaroka Tilelek û gundê Akoren Pucuk ku timî elektrîk qut dibe, jiyanê felc dike û ji ber vê xizmeta tenduristiyê û pêdiviya avê jî di aliyê neyênî de bandor bûye. Gel bi sedan caran serî li rayedarên DEDAŞ'ê da, lê fêde nekir.

'Me kengî xêr ji dewletê dît!'

Yek ji welatiyê ku li bajaroka Tilelek dijî Kudret Karacadag (60) bi bîdonê di destê xwe de ku hewl dide ji tankerê avê ji xwe re bibe got, "Li halê min binêrin! Bila hurmet ji temenê min re bigirin. Em di tariyê de ne. Elektrîka ku diçe û tê dînamoyên me xera kir. Dema hilbijartinan em tên bîra wan. Ma me kengî xêr ji dewletê dît."

'Derman xera bûn'

Doktor Salih Tekîn jî diyar kir ku ji ber elektrîk nîne nikarin li Ocaxa Tenduristiyê ya Ozeklî nexweşan tedawî bikin û wiha axivî: "Herî dawî aşiyên me xera bûn. Me çend caran daxwazname da Qeymeqam û DEDAŞ'ê gotin, 'Emê çareser bikin', lê me tu encam negirt."

Gelo BDP'yiyan ceza dikin?

Keyayê Taxa Yunus Emre ya bajarokê Tilelek Huseyin Kurt jî da zanîn ku ji ber elektrîka voltaja wê kêm nikarin televîzyonê jî vekin û tevî gilî û gazincên xwe ji DEDAŞ, parlamenterên AKP'ê re ragihandine jî gotine "Temam wê pirsgirêka we çareser bibe" lê ev nêzî mehekê ye bi heman rengî ye. Kurt nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê yê Şaredariya Mezin Amedê Galîp Ensarîoglu da û ev xisûs diyar kir, "Sedema ku em îro di vê rewşê de ne AKP ye. Êdî saziyên pêwendîdar ên ji bo pirsgirêka elektrîkê em li wan digerin, bersivê nadin telefonên me."

'Li cihê elektrîk em bê elektrîkin'
Wekîlê Şaredarê Tilelek Mehmet Taylan jî der barê mijarê de wiha got, "Ji ber me dengên xwe dane BDP'ê ji aliye hikûmetê ve mîna em tên cezakirin. Welatên herêmê dibêjin, 'Gelo bi qutkirina elektrîkê me ceza dikin? Ma elektrîkê wek amûreke siyasî bi kar tînin?' ji ber li cihê elektrîk çêdibe em bê elektrîk in."


ENGÎN EREN/DÎHA/AMED