Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi vekirina saziyên xizmetguzariyê kir da ku xizmeta şêniyan bikin.
Saziya Elektrîkê li herêma El-Keramê di dîroka meha heftan a 2018’an de hate vekirin û saziyê dest bi sererastkirina şebekeyên elektrîkê kir. Ji ber ku şebekeyên elektrîkê li herêmê xirab bûbûn û her tişta eleqedarî şebekeyê jî hatibû dizîn, karekî berfireh hat birêvebirin.
Der barê mijarê de endamê rêveberiya Saziya Elektrîkê li herêma El-Keramê, Ehmed El-Ekreş got, saziyê dest bi karê xwe kir, elektrîkê dide stasyonên ava vexwarinê û pompên avê ku xizmeta şêniyan dike.
Ehmed El-Ekreş got, karê wan wê dewam bike, heta ku xetên elektrîkê li hemû gundan û bajarokên gundên rojhilatê Reqayê bêne sererastkirin.
ANHA / REQA