Fuara ku heta 19'ê çile vekirî bimîne, li salona Navenda Kongreyê ya Fuara Navneteweyi ya Edene ya TUYAP'ê deriyê xwe li xwendekaran vekir. Îsal 235 weşanxane tevlî fuarê bûn. Îsal ji ber ku eleqeya ji bo purtûkan kêm e pirtûkfiroş û xwediyê weşanan bi gazin cin. Xwediyê Weşana Ava yê ku 4 salin li Herêma Çukurova tevlî fuara pirtukan dibe Roni War, diyar kir ku îsal eleqeya xwendekaran a ji bo fuarê pir kêm e û ji ber eleqeya kêm pirtuk nayên firotin. War, anî ziman ku ji ber xwendekarên pirtûkan kêm in nikarin bêjin kijan pirtûk zêde tê firotin jî. Berpirsê Weşanên Evrenselê Burhan Çoşer jî anî ziman ku ew roja ewil rastî bêeleqeyê hatin û hêvî dikin ku di rojên din de eleqe zêde bibe. Berpirsê Weşana Aramê Engin Erdem ji anî ziman ku ew bi 5 pirtûkên nû tevlî weşanê dibin û li gorî salên borî hêjmara xwendekarên pirtûkan kêm bûne. Erdem, anî ziman ku ji ber ku fuar di wextekî pir kin de vekirî dimîne zêde banga fuarê nayê kirin û gelek jê bi vekirina fuarê nahisin. Erdem, anî ziman ku tenê ji bo fuarekê 6 roj pir hindikin û kîrayên stanta fuarê ji bo 6 rojan di navbera 3 û 4 hezaran de tê guhertin. Erdem, da zanîn ku îsal bi 105 û 110 pirtûkan tevlî fuarê bûn û ji ber zêde xwendekarên pirtûkan tune zerarê dikin.
DÎHA/EDENE