Ez dixwazim li ser dîmenên di merasîmên cenazeyên sê jinên Kurd de derkete holê çend gotinan bikim. Ev dîmen ji bo rojên pêş jî pirr nîşaneyên balkêş dihindirînin û divê baş werin xwendin. Ji ber ku Kurdan xwe bê dudilî bi azadiyê re kilît kirine, pest û zilma dewletan wan zêdetir bi armanca wan ve girê dide. Di merasîmên binaxkirina cenazeyan de, Kurdan helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewletan pirr zelal aşkere kirin: Xwedîderketina pêşeng û nirxên xwe, yekîtiya neteweyî, daxwaziya aştî û çareseriya demokratîk û bi rêxistinî tevgerandin...
Ji bo sê jinên Kurd, ji her çar parçeyên Kurdistanê heta Kanadayê, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta Awustiralyayê, ji Rusyayê heta Ewropayê, Kurdên ji her çar hêlên welêt bi yek dil û yek deng bertek nîşandan. Derûna Kurdan a netewebûnê jî ji her demê zelaltir e; çi Kurmanc, çi Zaza, çi Soran, çi Elewî, çi Sunnî, çi Êzîdî...
Lê li hêla din rewşeke cuda li dar e. Berdevkên hikûmeta Tirk, di serî de Serokwezîr R.T. Erdogan, tenê li Tirkan re diaxivin. Gotinên wan tenê ji bo bilindkirina hestên nijadperestiya Tirkî ye. Di van gotinan de tiştekî ku Kurd pê dilgerm û bi hêvî bibin tune ye. Berovajî vê yekê, gotinên wan Kurdan diêşînin. Kurdan qet nêzikî Tirkan nakin; ji wan dûr dixin û jiyaneke bi hev re jî bê tam û bi jahr dikin. Rayedarên dewletê di rastiyê de bi Kurdan re deng nakin û Kurd jî jixwe wan guhdar nakin!..
Car caran hinek nivîskar an jî pispor analîzên li ser jihev qutbûna civakên Tirk û Kurd dikin. Bahsa qutbûneke psîkolojîk tê kirin. Naveroka vegotinên Serokwezîrê Tirk vê rastiyê radixe ber çavan û çapemeniya Tirk jî ji heman şerbetê vedixwe. Dewlet bi her awayî Kurdan cûda dibîne, bi wan re bi zimanekî cûda, bi hestên cûda deng dike. Jixwe hewce jî nîne ku mirov bahsa zilma li Kurdan tê kirin, bike!..
Kurd li Rojhilata Navîn neteweya herî polîtîkbûyî ye. Çi dixwazin, sewa çi têdikoşin rind dizanin. Ne erênî ne jî neyînî, tu gotinên hikûmet û dewleta Tirk nikane wan îkna bike an jî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê dûr bixe. Her ku Erdogan bahsa ‘yek millet, yek ziman, yek al’ dike, Kurd jê hêrs dibin û rûyê xwe him ji wî him jî ji dewletê vedigerin. Kurd bi gotina wî ya ‘Kurt kardeşîm (birayê min ê Kurd)’ jî pirr hêrs dibin!..
Wekî tê zanîn; li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tim û tim polîtîkaya asîmîlasyon û tunekirinê hate meşandin; tim û tim cudahiya baweriya Kurdan û zaravayên Kurdî mîna amûrên parçekirinê hate bikaranîn. Car caran wekî Elewî-Sunnî, car caran jî wekî Kurmanc-Kirmanc (Zaza)... Bi taybetî piştî sazîbûna Komarê bi navê ‘Plana Reformê ya Rojhilatê’ dewleta Tirk xwest ku Kurdên li rojavayê Çemê Firatê (Meletî, Semsûr, Mereş, Dîlok) û yên bakur (Koçgirî, Erzingan, Dêrsim) ji Kurdên li rojavayê Çemê Firatê qut bike. Sewa vê yekê jî tim û tim bi Elewîtî-Sunnîtî û Kurmanc an jî Zazabûna Kurdên vê herêmê re lîst. Lê bi serkeft an na?.. Bersiva vê pirsê dîmenên hefteya çûyî yên li Parîs, Amed, Dêrsim û Albistanê ne...
Di merasîman de him Kurdên Elewî him jî yên Sunnî, him Kurdên Kurmanc him jî yên Zaza bi hev re sloganên azadiya Kurd û Kurdistanê avêtin. Bi ser de, li başûrê welêt Kurdên Soran jî bi heman mebestê dilên xwe bi yên Bakuriyan re kirin yek...
Elewî, Sunnî, Kurmanc, Zaza...
Rayedarên Fransayê derbarê kuştina sê jinên Kurd de bahsa girtina kesekî kirin; lê derbarê rola wî, pêk hatina bûyerê û kujer de tiştekî zelal aşkere nekirin. Heta ku ev qirkirin bi tevahî neyî aşkerekirin; tiştên ku werin gotin Kurdan îkna nakin û dewleta Fransayê jî ji gumanbariyê rizgar nakin!..