
Pirtûka nivîskarê me Xelîl Dalkiliç a bi navê "Kurdên Elewî di bin dorhêla bişavtinê de" derçû. Di biwara vê pirtûkê, civak û baweriya Elewî û helwestên rêxistinên Elewî yên siyasî de hevalê me Îbralîm Bûlak bi Dalkiliç re peyivî.
Diyar e bi pirtûka xwe we hewl daye di navbera rastiya Elewîtiyê û Elewîtiya hêzên serdest û desilatdar de rêwîtiyekê bikin. Çima we pêwistî bi karekî bi vî rengî dît?
Îro li seranserê cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, Efrîka û Asyayê dîn û bawerî ji hêla serdestan ve weke îdeolojiyeke şer tê bikaranîn. Bawerî ji civakbûna mirov dest pê dike û li gorî hewcedariyên însan, civak û xwezayê bi pêş dikeve û di pêkhatina civakbûna watedar û exlakî de bi roleke girîng radibe. Yanî di rastiya xwe de ol û bawerî nirxekî civakî ye û helwêst û têkiliyên civakî watedar dike.
Rîtûel û tiştên zahîrî belkî di mayîndebûna baweriyê de bi rolekê radibin, lê bi serê xwe nayên maneya îbadetê. Îbadet ew helwest in ku bandorê li ser aramîkirin û moralîkirina jiyanê dikin.
Bi bajarîbûn, pêşketina hişmendiya desthilatdariyê û dewletbûnê, serdestan ji bo ku civakê bixin bin kontrola xwe û ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve bibin, ol ji qada civakî û xwezayî qut kirine û heta îro wek îdelojî û polîtîkayên serdestiyê bi kar anîne. Ji ber van polîtîkayan, ol û bawerî di nava vegotin, rîtuel, sembol û şeklan de ji wateya xwe ya resen hatiye derxistin.
Lewre îro mirovahî tiştên şeklî yên ku desthilatdar bi navê dîn datînin pêşiya wan, dikevin qirika hevdu û bi hêsanî komkujiyan pêk tînin. Tirsa min ew e; heta ku mirovahî, ol û baweriyê di nava watedarkirin û moralîzekirina jiyanê û helwêstên ahengî yên di navbera zindiyan de negerin, ev hovîtî wê ji hêla serdestan ve tim wek çekekê bê bikaranîn. Dîn an jî bawerî divê di nirxên însanî û civakî de bê şopandin.
Heta niha çend pirtûkên li ser bişavtina Elewiyên Kurd bi Kurdî û bi Tirkî derçûn; cihêtiya pirtûka te çi ye?
Di vî warî de, lêkolîn û xebatên Mehmet Bayrak, Erdal Gezîk, Dilşa Deniz, Erdogan Yalgın, Haşîm Kutlu û Ethem Xemgîn ên li ser dîrok û jiyana civakî ya Elewiyên Kurd pirr hêja ne. Piraniya pirtûkên li ser Elewîtiyê û Elewiyan bi awayekî ideolojîk û piranî bi hişmendiya neteweperestiya Tirkî hatine nivîsandin. Lêkolînvanên biyanî jî di bin bandora wan pirtûkan de mane. Di piraniya wan xebatan de bahsa Kurdên Elewî zêde nayê kirin. Lê di van salên dawiyê de lêkolînên li ser Elewiyên Kurd jî her dihere zêde dibin.
Cihêtiya pirtûka min... min xwest helwêsta baweriya civakî raxim ber çavan. Ez baweriyê wek parçeyekî kultura civakekê dibînim. Bawerî bi ziman, war, jiyana civakî û xwezayê watedar e.
Polîtîkayên desthilatdaran ên ji cewherxistina Elewîtiyê heta kîjan radeyê encam dane?
Civakên Elewî di dîrokê de, di serdema Osmaniyan û Komara Tirk de ji ber ku baweriya serdestan yanî Misilmantiya Sunnî qebûl nekirine, bi zordestiyê re rû bi rû mane. Piştî şerê sala 1514’an ê di navbera Şahê Osmanî Yavûz Selîm û Şahê Safewî Îsmaîl de pêk hatî, Elewiyên di bin desthilatdariya Osmaniyan de dimînin hinek tên kuştin, hinek xwe vedişêrin, hinek jî asîmîle dibin. Ji wê çaxê û şûn ve li Îranê jî pêvajoya Şiîbûnê dest pê dike.
Yanî yên ku bi polîtîkayên serdestan re rû bi rû dimînin bi piranî asîmîle dibin. Lê yên ku li çiyan, ji desthilatdaran dûr, nirxên xwe yên civakî û xwezayî diparêzin. Di sîstema xwe ya civakî, eşîrtî û ocaxî de bêyî dewlet û otorîteyê, jiyaneke xwezayî dijîn.
Piştî avabûna Komara Tirk, ji sala 1925’an şûn ve Elewîtî bi qanûna qedexekirina dergehan tê astengkirin. Dergeh têne girtin, sembol û navên kesayetên olî yên Elewiyan tên qedexekirin. Elewî îro mîna dînên serdestan û bi hişmendiya wan a zahîrî radihêjin Elewîtiyê û li şûna ku vegerin reseniya wê ya civakî, bêhtir ji wateya wê ya civakî bi dûr dikevin…
Li dijî polîtîyakên serdestan sekn û helwesta Elewiyan çi ye?
Mirov nikane bahsa sekneke Elewiyan a bi bandor a li hemberî polîtîkayên serdestan bike. Elewî ketine pey hişmendiya serdestan a zahirî, her diçe zêdetir asîmîle dibin. Ne tenê ji bo Elewîtiyê, ji bo tevahiya baweriyan divê mirov li xwezahiya xwe ya civakî binihêre; yanî divê ziman, kultur, war, nirxên parîhevkirin û piştgiriyê bên şopandin.
Asîmilasyoneke çawa tê meşandin; rêbazên polîtîkaya asîmilasyonê ya li dijî Elewiyan çi ne?
Berî her tiştî Elewîtî hê jî bi fermî nayê qebûlkirin. Di pratîkê de zêde astengî nebin jî ev qedexe, Elewiyan dixe bin bandora nirxên ku ji hêla serdestan ve tên ferzkirin. Îro li Tirkiyê tevahiya perwerdeyê bi nirxên Misilmantiya Sunnî ya şeklî tê meşandin.
Jixwe ji ber desthilatdariya partiyeke dînperest a Sunnî, jiyana civakî bi sembolên zahîrî yên Misilmantiya şiklî hatiye dagirtin. Saziya Diyanetê jî jixwe feraseta dewletê ji serî heta binî li gorî Misilmantiya Sunnî dirûst dike. Welatekî ku lê saziyeke mîna Diyanetê hebe, li wir ne behsa azadiya baweriyê tê kirin, ne jî behsa laîktiyê. Li gel vê yekê, dewletê dest avêtiye Elewîtiyê jî û wê bi nirxên Sunnîtiya zahîrî berovajî dike.
Rewşa rêxistinên Elewî û bi taybetî Kurdên Elewî di kîjan astê de ye? Rêxistinbûyîn xizmeta çi dikin?
Li Tirkiyê û li Ewropayê di rêxistinên Elewiyan de bandora siyaseta dewleta Tirk bi rengê Kemalîzmê zêde ye. Nasnameya Kurdî di rêxistinên Elewiyan de heta niha li derve dihate hiştin. Li gorî texmîna min ji sedî 80´yê Elewiyên rêxistinî Kurd in. Piraniya kesan vê yekê qebûl dikin ku rêxistinên Elewiyan di dawiya salên 1980’yî de bi teşwîqkirina dewletê bi pêş dikevin. Prof. Îzzettîn Dogan ji bo vî karî tê pêywirdarkirin. Xema ti nûnerên rêxistinên Elewî ya pêşîgirtina li asîmîlasyona nirxên Kurdî jî jixwe tune bû û hêjî tune ye. Di van rêxistinan de Elewîtî wek baweriyeke Tirk hatiye nasandin. Kûrahiya asîmîlasyona li ser Kurdên Elewî, jibîrkirina zimanê Kurdî û îbadetên bi zimanê Tirkî jî tesîr li vê yekê kirine. Van faktoran gişan bandor li dervehiştin û nedîtina nasnameya Kurdî kiriye. Ev rewş niha kêm be jî, bi taybetî bi têkoşîna Kurdan a li Rojava û Şengalê re diguhere.
Îro Elewiyên Kurd ên ku hewla li pêşîgirtina asîmîlasyona etnîkî jî dikin li Tirkiyê bi nave Komaleyên Elewiyan ên Demokratîk û li Ewropayê jî di bin Federasyona Elewiyan a Demokratîk de xwe bi rêxistin dikin. Îro bandoreke mezin li siyaseta der barê Elewiyan de dikin. Kongre û konferansan çê dikin. Di medyayê de dengê wan ji her demê zêdetir derdikeve. Bi feraseta Elewîtiya ku pêş dixin, her ku diçe bandora xwe li ser Elewiyên Kurd ên di rêxistinên din ên Elewiyan de jî dikin.
Bi pêşketinên siyasî yên li Tirkiyê ve girêdayî, wer xuya ye ku rêxistinên Elewiyan wê biguherin. Elewiyên Kurd wê zêdetir bi rêxistinên Elewî re ku ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyona nasnameya Kurdî jî dixebitin, werin hinda hev.
Elewî bûn qurbanên polîtîkayên koçberkirinê. Li Kurdistanê, li Metropolan û li derveyî welat rewşa Elewiyan çi ye?
Dewleta Tirk polîtîkayên asîmîlasyona Kurdan destpêkê li ser Kurdên Elewî bi pêş dixe. Lewma Kurdên Elewî li wê cografyayê dimînin ku Kurd bi civakên Tirk re cîran in. Li Koçgirî, Dêrsim, Meletî, Elbîstan û Mereşê Kurdên Elewî heta 1980’yî bi komkujiyan re rû bi rû hatin hiştin. Cografya Kurdên Elewî yanî bakur û rojavayê Çemê Firatê, bi piranî bi vî awayî hatiye valakirin. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî herwiha bi polîtîkayên dewletê, Kurdên Elewî di serî deli Ewropayê û paşê jî li seranserê cîhanê belav bûne.
Qismek Kurdên Elewî li diyasporayê nasnameya xwe ya Kurdî nas bikin û bi Têkoşîna Kurdî re tevbigerin jî, bi taybetî jî ziman hatiye jibîrkirin. Yên ku bi komaleyên Kurdan re têkîldar in, hinek hest û nirxên Kurdî biparêzin yên ku ji civaka Kurdî xwe dûrdixin, ne tam dikanin ahengiyeke bi civakên herêmî re çêkin, ne jî dikanin nirxên xwe yên Kurdî biparêzin û wek Kurd bimînin. Bi bandora vê rewşê malbat bi nexweşiyên psîkolojîk re rû bi rû dimînin.
Li gel vê yekê, bi pêşketinên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê re, Kurdên Elewî yên li diyasporayê jî bala xwe dane Kurdistanê û nirxê me yên civakî û Kurdewarî…
Gelo mirov dikare bibêje, li Tirkiyeyê her hêzek xwedî "Elewiyên xwe" ye? Pirsgirêka bingehîn a li pêşiya hevgirtina Elewiyan çi ye?
Tespîteke bi vî rengî heta cihekî dibe ku bê kirin. Lê mirov bibêje; bipiranî di bin bandora siyaseta dewletê û partiyên rejîmê de ne, wê rasttir be. Heta niha Partiya Gel a Komarê (CHP) wek partiya Elewiyan dihate naskirin, lê êdî bi taybetî bi pêşketina partiyên Kurd û yê dawî Partiya Demokratik a Gelan (HDP) re ev rewş diguhere.
Mirov dikane vê tespîtê jî bike; ji yên radîkal heta yên legal, partiyên çep ên Tirk ên berê niha gişt bûne wek partiyên Elewiyan. Jixwe hinek kesayetên ku bi nasnameya sosyalîst û çep dihatin naskirin, îro xwe wek kesayetên Elewî didin nasandin û siyaseta Elewîtiyê dikin. Bona vê yekê jî çepgirî û Elewîbûn di heman maneyê de tên bikaranîn. Lê ev yek xitimandina siyaseta çep a li Tirkiyê nîşan dide. Bi van polîtîkayan Elewîtî û Elewî pirr polîtîze bûne û dîn û siyaset tevlîhev bûye. Li gorî min ev ne Elewîtî, ne jî çepgirî ye…
Hikûmeta AKP'ê wek parçeyek, heta serkêşê eniya Sunî jî Elewîtiyê îstîsmar dike. Nêrîna we ya li ser AKP´ê û Elewîtiyê jî em meraq dikin...
AKP wek baskekî Îxwanê (Birayên Misilman) siyasetê dike. Polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn bi feraseta mezheba Sunnî ya Misilmantiya zahîrî bi pêş dixe. Piştgiriyê dide En-Nûsra ya ser bi El-Qaîdeyê û DAÎŞ a hov a ku li seranserê Rojhilata Navîn bi hezaran însan kuştin û hîna dikuje. Her wiha timî bi rejîmên wek Erebîstana Siûdî û Qetarê re ku rêxistinên Selefîst fînanse dikin, têkîliyên xwe germ dike.
Elewî li Tirkiyê bi qasî serdema desthilatdariya AKP’ê ti caran bi hêsanî bi rêxistinî nebûne. Heta desthilatdariya AKP’ê li Tirkiye tenê 60 cemxane hebûn, lê niha ev hejmar ji 900’î zêdetir e. Lê Elewî û Elewîtî bi qasî serdema AKP’ê jî ti caran asîmîle nebûbû. AKP’ê him rêxistinên Elewî bi navê qaşo ‘Vekirina Elewî‘ xiste pey polîtîkayên xwe û bêtesîr hiştin, him yekîtiya Elewiyan parçe kir û rêxistinên bi mentalîteya Sunnitiyê saz kirin û him jî jiyana civakî bi şekl û sembolên Sunnîtiya serdest dagirt û Elewî xist bin tirseke mezin.
Erê, Elewî ji AKP’ê ditirsin. Ji ber vê yekê jî kî li hemberî AKP’ê li ber xwe dide, Elewî li gel wî/wê ne. Niha dibînin tenê Tevgera Kurdî li hember polîtîkayên AKP’ê li ber xwe dide, ji ber vê yekê sempatiya Elewiyan li gel Tevgera Kurdî û HDP’ê zêde bûye.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd ji bo xweîfadekirin û parastina Elewîtiyê bi roleke çawa rabû?
Paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurdî ya bi nirxên demokratîk, ekolojîk û bi azadiya jinê re azadkirina civakî pêk tê, tam li gorî felsefeya Elewitiyê ye. Di felsefeya Elewîtiyê de ti cihêrengî di nava mêr û jinê de tune ye. Ya rast, jin ji mêr pêş de ye û ji ber ku zindîbûnê diafirîne, pîroz e. Di cemê de herkes wekhev e û gerek e herkes ji hevdu razî be. Pîr an jî Dê peywirdarê erkana baweriyê ne; ne kesên serdest in û bêyî razîtiya xelkê nikanin rêvebertiya Rê ya Elewitiyê bikin. Her wiha xweza ji ber ku zindî ye, pîroz e û gerek e hemû zindiyên di xwezayê de bêne parastin. Yanî felsefeya Elewîtiyê bi paradîgmaya Tevgera Kurdî re bi aheng e.
Helbet Tevgera Kurdî polîtîkayên xwe yên Elewîtiyê, bi zindîkirina nirxên civakî û dûrketina ji nirxên dewlet û desthilatdariyê, pêşdixe. Ji bo ku civakên Elewî ji bandora siyaseta dewlet û serdestan bi dûr bikevin û bala xwe bidin nirxên komînî yên civakî, Tevgera Kurdî hewl da. Mînak ez dikanim bibêjim, di nava rêveberên rêxistinên Elewî û yên siyasî de ti kes bi qasî Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Mustafa Karasû nivîsên li ser Elewiyan û Elewîtiya civakî nanivîsîne. Her wiha bi têkoşîna Hêzên Parastina Gel (HPG/YJA Star) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG/YPJ) a li dijî DAÎŞ’ê ya li Sûriyê û li Iraqê ya ji bo parastina civakên Elewî, Şiî, Sunnî, Xirîstiyan, Şebek û Êzîdî re Elewiyên Tirk û Kurd baştir pê hesiyan ku li Rojhilata Navîn hêza ku hebûn û nirxên wan diparêze û wê biparêze bi tenê Tevgera Azadiyê ya Kurd e.
Maneya projeya HDP´ê ji bo Elewiyan çi ye? Helwêsta Elewiyan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wê çawa be?
Bernameya HDP’ê jî mîna bernameya Tevgera Kurd e; avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û bi azadiya jinê re azadkirina civakê armanca wê ye. Eger feraseta kevin a rêxistinên Elewiyan bişke, civakên Elewî jixwe berê xwe dane HDP’ê, bi taybetî jî nifşên nû. HDP ji Elewiyan re nabêje,"ez ê te bi rê ve bibim." Dibêje, "were bi vîna xwe tevlî me bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe, mafên xwe bi têkoşîna me ya hevpar bi dest bixe û bi kar bîne." Ev cara yekê ye ku li Tirkiyê Elewî rûyê xwe ji partiyên rejîmê badidin û berê xwe didin partiyeke mîna HDP’ê ya derveyî feraseta rejîma ku li ser bingeha ‘yek dîn û yek etnîsîte‘ hatiye avakirin.
Ev rewş wê bandorê li hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî bike. Bi taybetî li cografya Kurdên Elewî; li Dêrsim, Mûş, Koçgirî, Meletî, Erzêngan, Semsûr, Mereş û Dîlokê dengên HDP’ê wê ji yê heta îro zêdetir bibin. Herwiha li metropolên Tirkiyê û li diyasporayê jî Elewiyên Kurd û hinek jî yên Tirk belkî jî ji bo cara yekê dengê xwe wê bidin HDP’ê. Bona vê yekê xebateke berçav li dar e.
ÎBRAHÎM BULAK