Pirtûka ‘Weznên Hêjayî’ ya nivîskarê Kurd Yehya Elewîferd li Îranê di warê helbestên zarokan de wek pirtûka salê hat hilbijartin. Pirtûk ji bo kişandina weznên helbestan xebateke lêkolînî û nû ye. Her wiha ji pênç beşan pêk tê û bi pêşgotineke li ser rewşên weznan dest pê dike. Pirtûk ji bo edebiyata zarokan 425 weznên teybet dihewîne. Hin ji van weznan heta niha ji aliyê ti helbestvanî ve nehatine bikaranîn. Ji bilî vê yekê jî li ser hevweznî û hin weznên di edebiyata zarokan de berbelav nivîsên-analîz hene. Elewîferd di vê pirtûka xwe de ji dehan zêdetir şêwe û formên nû afirandine. Wekî din ji cihê wezna Erebî ya Erûzê şêweyekî niştimanî ji bo zimanê Kurdî û Farsî hatiyê çêkirin. Elewîferd bi alîkariya peyvên ‘Bilbil, dane, qizil, keme û gul’ şêweya nû saz kiriye. Biryar li ser hatiye dayîn ku ev pirtûk di zaningehên Îranê de ji bo edebiyata zarokan bibe çavkanî.

Pirtûk ji 120 rûpelan pêk tê û sala 2016’an ji weşanên Emû Elewî derçûye. Elewîferd pirtûka xwe bi Kurdî jî amade kiriye, û li benda pêşniyazên weşanên Kurdî ye ku çap bike. Di Kurdiya wê de jî Elewîfer dibêje ku 1700 weznên nû hene.

Pêşbirka ‘Hewzeyên li Îranê’ her sal tê lidarxistin ku bi taybet xwendekar û mamosteyên zaningehan ên beşên dînî tevlî dibin. Ev cara duyem e ku Elewîferd hêjayî vê xelatê tê dîtîn. Xelata yekemîn sala 2015’an bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Wekî Bûkikan’ bi dest xistibû. 


NAVENDA NÛÇEYAN