Herîsa Aşûrayê ji 12 sunif xawrin pêk tê (ev jî sembola 12 îmamên elewî ye), ew jî av, goz, goşt, nok, genim, behîf, darçîn, Hal, Zeyt, îsotên reş û hêl, in. Paşê jî ji bo xêrê bikin, Aşûrayê li hev belav dikin.

Roja Aşûrayê roja kuştina Îmam Husên kurê Elî Bin Ebî-Tallib e. lewra jî gelên xwedî baweriya musilman a Şîî di rêûresmên vê rojê de buyera kuştina Îmam Husên dilîzin, avê belav dikin û agir pêdixin. Ev rêûresmên sembolîk buyera tîbûna îmam husên li çola Kerbelayê û kuştina wî bibîr dixin. 


 EFRÎN