Di sererastkirina çend qanûnan a ku serî vê mehê bi navê ‘paketa demokrasiyê’ hat aşkerekirin de jî bona bi qanûnî nasandina nasnameyên Kurdî û Elewî tiştek derneket. Li ser vê yekê bi daxwaza qebûlkirina nasnameya Elewîtiyê û mafên wê, Elewî derdikevin kolanan. Dawiya hefteya çûyî roja paşînê (şemî) li Mersînê bi slogana ‘ji asîmîlasyonê re na û hemwelatiya wekhev’ mîtîngek hat lidarxistin. Ji bo Elewiyan bi rêxistinî bilindkirina dengê xwe pêşketineke hêja ye.
Lê wer xuya ye, ku di vir de kêmasiyek heye!..
Wexta mirov li niqaşên derbarê ‘asîmîlasyonê’ ên di nava rêxistinên Elewiyan de mêzeke, tenê bertekeke tûj a li dijî AKPê û Misilmantiyê derdikeve pêşiya me. Yanî Elewî asîmîlasyonê bi çarçoveyekî teng hiltînin dest. Bi gotina ‘asîmîlasyonê’ bahsa xwedîderketina nirxên civakî, bawerî, etnîkî, kulturî û yên ku hatine helandin giştan nayê kirin. Wek mînak, rêxistinên Elewî bahsa perwerdeya bi zimanê dayikê, bi taybetî jî ya bi zimanê Kurdî nakin...
Wexta mirov, li kesên di komele û cemxaneyên Elewiyan de têne cem hev mêzeke, wê pirr bi aşkereyî were dîtin, ku ji sedî 80’î zêdetir Elewiyên Kurd in. Piraniya wan ji Mereş, Dêrsim, Koçgîrî, Erzingan, Meletiyê, Semsûr, Çewlig û ji Mûşê ne. Herwiha di çalakiyên demokratîk, bi taybetî jî di protestoyên Gezîyê de yên ku xwe dane pêş jî piranî Kurdên Elewî bûn...
Asîmîlasyon, dûrxistina mirov an jî civakekê ji rastî û nirxên xwe yên nasnameyî, civakî û xwezayî giştan e. Asîmîlasyona li ser Elewiyan jî tenê înkarkirina statûyê îbadetxanebûna cemxaneyan nîn e!. Wexta mirov di rastî û felsefeya Elewîtiyê mêzeke, jixwe mala her Elewiyekî cemxaneyek e. Bi bajarîbûnê ve belkî wek hewcedariyekê xwe daye pêş, lê ew ne her tiştê Elewîtiyê ye...
Eger mirov objektîf lê mêzeke; Kurdên Elewî di nava rêxistinîbûna bi navê Elewîtiyê de di pêvajoyekî otoasîmîlasyonê re derbas dibin. Şaşitiyeke mezin e; ku Elewîtiyê wekî Tirkbûyînê hiltînin dest. Îbadeta Elewiyên Kurd a berê bi Kurdî dihate kirin, niha bi giştî bûye Tirkî, lê tu kes vê yekê ji xwe re nake wek problemekê. Dev ji ocaxên xwe, pîr û mûrşîdên xwe berdane, ketine dûv Bektaşiya Tirkbûnê. Hinek bi bahsa hatina ji Xorasanê aslê xwe bi Tirkbûnê ve, hinek jî bi bahsa seyîdbûna bapîrên xwe, aslê xwe bi Erepbûnê ve girê didin. Di carekê de him dibin Tirk him jî dibin Erep lê Kurdbûna wan qet nayê bîra wan û jê direvin. Asîmîlasyona kûr a ku li ser nasnameya Kurdî tê meşandin ne xema wan rêxistinan e. Min heta îro nebîhistiye ku di komel an jî cemxaneyeke Elewiyan de bahsa perwerdeya zimanê Kurdî hatiye kirin û sewa vê yekê kampanyayek hatiye destpêkirin!..
Asîmîlasyona li ser Kurdên Elewî ji her civaka ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye helandin giştan zêdetir e.
Mijareke pirr kûr e û divê hên pirtir were niqaşkirin...
Di vir de bila şaş nê famkirin; wexta ku em bahsa kûrbûna asîmilasyona li ser Kurdên Elewî dikin, helbet ev ne sûcê xelkê me yê Elewî ye. Di serî de divê rêxistin û saziyên Kurdan vê mijarê ji xwe re bikin pirsgirêk. Di vir de gotina; ‘Elewî gişt CHP’î ne’ jî gotineke şerê psîkolojîk e û pirr şaş e. Him li welat, him li bajarên rojavayê Tirkiyeyê him jî li derveyî welat Kurdên Elewî di nava rêxistinên neteweyî û welatparêz giştan de hene. Lê bi taybetî jî li welat li bajarên ku Kurdên Elewî lê hene hejmara sazî û komelên welatparêz pirr hindik in. Di serî de BDP van bajaran vala dihêle û tenê dema hilbijartinan sewa du an sê mehan xebatek tê meşandin û paşê tu kes li dûv xwe mêze nake û ji wan bajaran direve...
Fîlozofiya Elewîtiyê riya heq û heqîqatê nîşan dide û ji her kesên ku îkrarê yanî sozê dide vê rê, şopandina heq û heqîqatê dixwaze. Divê her mirov û civak bikeve dûv rastiya xwe û rastiya însanetiyê. Bona Elewiyên Kurd lêgera heqiqatê, têkoşîna xwedîderketine xwezahiya xwe ye; ku ew jî şopandina nirxên hûmanîzma baweriya Elewîtiyê û nirxên xwezayî yên Kurdî ne...
Rêxistinên Elewî bi slogana ‘ji asîmîlasyonê re na û hemwelatiya wekhev’ derdikevin kolanan. Sloganeke rind, bi mane û demokratik e. Lê asîmîlebûna Elewiyan, asîmîlebûna nasnameya Kurdî ye jî.
Loma divê rêxistinên Elewî ji îro şunde perwerdeya bi zimanê Kurdî jî wek daxwazeke sereke bixin nava daxwazên xwe yên li dijî asîmîlasyonê.
Ma di fîlozofiya Elewîtiyê jî wer nayê gotin; ê ku eslê xwe înkar dike, heramzade ye!..
Elewiyên Kurd û asîmîlasyon
Li Tirkiyeyê nasnameya baweriya Elewitiyê jî mîna nasnameya Kurdî a etnîkî nayê qebûlkirin. Tu kes nikane bi van nasnameyan bi qanûnî xwe bide nasandin, mafekî qanûnî bîne zimên û bikarbîne. Ji ber ku nasnameya dewletê Tirk û Misilmantiya Sunnî-Hanefî ye. Ev yek jî tê wê maneyê, ku li Tirkiyeyê Kurdên Elewî du caran wekî ku tune ne tên hesibandin...