Di sala 1930 de bû endama Partiya Komunîst û di sala 1932'an de tevlî Yekîtiya Nivîskarên Şoreşger a Proleter (BPRS) bû, ku ji aliyê Johannes R. Becher ve hat avakirin û nivîskarên navdar ên weke Bertold Brecht, Anna Seghers û Ludwig Renn jî di nav de cih digirtin.
Elfirede Brunin ku di xebatên xwe de bal kişand ser pirgirêkên jinê, di sala 1934'an de pirtûka wê ya bi navê "Û wekî din demsal havîn e (Und ausserdem ist Sommer)" hat weşandin. Bruning piştî ku Nazî di sala 1933'an de hatin ser desthilatdariyê di sala 1935'an de hat girtin, heta sala 1937'an di girtîgehê de ma. Bruning romana xwe ya bi navê "Dilên ciwan bi tevger in' di dema ragirtina xwe de qedand. Bruning piştre neçar ma navberê bide karê xwe yê nivîsandinê û li welêt demeke dirêj bi qaçaxî jiya. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, ji bo Elmanya bi sîstema sosyalîst bê birêvebirin, ket nava hewldanan û di asla 1949'an de ji bo avabûna Komara Demokratîk a Rojhilatê Elmanya (DDR) xebat meşand.
Elfriede Bruning ji ber xebatên xwe yên nivîskariyê yên li DDR re hêjayî gelek xelatan hat dîtin û li gelemperiya welêt li hemberî pirsgirêkên jinê û wergirtina zarokan a bi zorê, têkoşiya. Piştî sala 1990'î ku her du Elmanya bûn yek, Bruning xebatên xwe yên nivîskariyê dewam kir û di asla 1999'an de romana xwe ya bi navê 'Her kes ji bo xwe dijî' nivîsand. Bruning di 8'ê Mijdara 2010'an de 100. salvegera ji dayikbûna xwe li Berlin Volksbuhne pîroz kir. Bruning ji dema avabûna Partiya Çep (Die Linke) û pê ve endama wê bû. Tevî roman, bîranîn û hevpeyvînan Bruning zêdeyî 30 berhemên wê hene.
BERLÎN