Elîfa biçûk ku endama malbata 7 nufûsî ye li Dibistana Seretayî ya Kizilagaçê diçe pola 6'an. Ji ber ku êdî çavê wê nivîs nedît malbate ew bir Nexweşxaneya Dewlete ya Mûşê. Piştî Elîf li nexweşxaneyê hate dermankirin teşhîsa nexweşiya "retinitis pigmentosa" ku di nava gel de wekî qarixa mirîşkan tê zanîn lê hate kirin. Bavê Elîf Dûrmûş Ramazan Dûrmuş li gel ku li gelek nexweşxaneyan geriya jî disa heman bersîv girt. Doktoran diyar kir ku tenê çare neqila çavê Elîf e. Doktoran anîn ziman ku ji bo neqla çavê Elîf jî pereyekî zêde lazim e. Malbatê ku heviya xwe qut kir, dîsa berê xwe dan Mûşê û hatin malê. Elîf ani ziman ku dema diçû dibistanê ji ber ku çave wê zêde nedidît her tim li sirayên pêş rûdinişt. Elîf, anî ziman ku êdî her ku diçe rohiya çavê wê winda dibe û ber xwe nabîne û wiha got: "Ji ber roniya çavê min winda dibe ez nikarim biçin dibistanê. Ez dixwazim dîsa li roniya çavê xwe vegerim. Dixwazin xêrxwaz alîkariyê bi min re bikin. Rewşa malbata me nebaş e û nikarin min derman bikin." Bavê Elîf Ramazan Durmuş jî anî ziman,ji ber ku pereyê wan tune nikare keça xwe derman bike. Durmuş, da zanîn ku rewşa wan xerab e û di xaniyê kirê de dimînin û ji bo tenduristiya keça xwe alîkarî ji xêrxwazan xwest.

DÎHA/MÛŞ