
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê rewşenbîr û nivîskar, şaîr û serokê Komeleya Nivîskarê Kurd ê Ermenîstanê, welatperwerê Kurd Elîxanê Memê ku ev demeke bi nexweşiya pişikê ketibû û li nexweşxaneya bi navê Andîrapetanê tedawî didît, doh çû ser dilovaniya xwe.
Elîxanê Memê sala 1948’an li gundekî Ermeniyan ji diya xwe bû. Memê li gund heta pola 12’an xwendiye û piştre ji bo perwerdehiya bilind bibîne çûye Êrîvanê, zangîngehê, beşa Nûçegihaniyê xwendiye. Elîxanê Memê di gelek kovar û rojnameyên Ermeniya de demeke dirêj kar û bar kiriye. Ji sala 2007’an û vir ve edîtoriya rojnameya Zagrosê dikir.
Elîxanê Memê 2012’an ji hêla Serokkomarê Ermenîstanê xelata Mosîsîs standibû, li parlamentoya Ermenîstanê. Elîxanê Memê di van 4 salên dawî de 12 pirtûkên dersdanê yên bi Kurdî amade kiribûn û ev pirtûk ji hêla dewleta Ermenîstanê ve weke pirtûkên perwerdehiyê li dibistanên gundên Kurdan û cihê ku Kurd lê diman weke dihatin dayin.
Elîxanê Memê û welatparêziya wî
Elîxanê Memê ne tenê nivîskarek bû lê her wiha welatparêz û xemxurê gelê xwe û Kurdistanê bû. Tevahiya temenê xwe û xebatê xwe terxanî vê welatparêzî û serbilindbûna gelê xwe û welatê xwe kiriye û bi vê bîr û baweriya xwe qelema xwe daye şixulandin. Elîxanê Memê li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wiha digot: “Hûn dizanin ku ev bi salan e ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve, bi serkêşiya PKK’ê têkoşîneke mezin ji bo xizmeta gelê Kurd tê dayin. Keç û xortên Kurdan bi canê xwe li dijî Roma Reş têdikoşin û canê xwe fida dikin di rêya azadiya gel û niştimanê xwe de. Pêwîst e ku ez jî di vê rêkê de pênûsa xwe bixebitînim û têkoşînê bidim.”
Elîxanê Memê mirovekî pirhêlî û afirîner bû. Bi sedan goyar li pey xwe hiştin. Sê pirtûkên helbestan nivîsîne û 7 salan her meh li ser mijara Kurdî dinivîsî û 12 deftêrên bi mijara zimanê Kurdî derxist.
Dema nexweşiya xwe jî her hişê wî li ser Kurdî bû û dixwest pirtûkên ji bo azmûna amade bike, da ku di dibistanan de bikaribin werin xwendin.
Elîxanê Memê 14’ê meha Kanûnê li gundê Şamîranê wê li cem gora dê û bavê wî were veşartin.
ERÎVAN