NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Parlamentera federal a Elmanyayê ya ji Partiya Çep Ulla Jelpke ji bo ku hikûmeta Merkelê beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û êrişên wê yên qirkirinê bibe xwedî helwêsteke zelal, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Jelpke bi vê kampanyayê bang li serokwezîra Elman Angela Merkel û hikûmeta wê ya ji koalîsyona CDU-SPD´yê dike, da ku helwêsta xwe zelal bikin.

Jelpke bi bîr xist ku delweta Tirk bi dagirkeriya xwe ya ji 9´ê Cotmehê ve hiqûqa navneteweyî binpê dike, hewl dide qirkirineke etnîk li Rojava bibe serî û daxwazên wê jî ev in:

  • Li dijî Tirkiyeyê ambargoyeke sîlehan a lezgîn û tam divê bikeve dewrê.
  • Garantiya krediyan a Hermesê ya ku didin şirketên Elman ên li Tirkiyeyê veberhênanan dikin, tavilê rawestînin.
  • Li dijî hikûmeta Tirk tavilê divê mueyîde bên ferzkirin.
  • Civîna Bilind a Sûriyê wê li keviya civîna NATO´yê de 3-4´ê Kanûnê li Ingilîstyanê li darkeve; divê Elmanya beşdariya xwe ya ji bo vê civîna bilind a ku Tirkiye jî vexwendiyê wê ye, tavilê betal bike.
  • Hikûmeta Elman divê ragihîne ku ew ê ti desteka siyasî û madî nede pîlanên dagirkirin, tehliye û jinûvebicihkirinê yên Tirkiyeyê li bakurê Sûrî.

Piştgirên pêşî

Di nava kesên destekdayî vê kampanyayê de parlamenterên federal Gökay Akbulut, Niema Movaşat, Helin Evrim Sommer, hevseroka koma Partiya Çep a li parlamena eyaleta Hamburgê Cansu Özdemir, Prof. Norman Paech, Dr. Michael Wilk, Hevserokên KON-MED´ê Leyla Acar û Tahir Koçer jî cihê xwe digirin.

Kesên dixwazin destekê bidin kampanyayê, dikarin li ser malpera Cahnge.org, li peyvên Erdogans Angriffskrieg bigerin û bitikînin ser lînka kampanyayê.