Elmanyayê tevahiya xebatên Hîzbullahê qedexe kirin. Piştî qedexeyê polêsan avêt ser gelek mizgeft û komeleyên weke elaqedarî Hîzbullahê dihatin qebûlkirin. Wezîrê Karê Hundir ê Federal ê Elmanyayê Horst Seehofer tevahiya xebatên Hîzbullahê li Elmanyayê qedexe kirin. Li Elmanyayê baskê eskerî yê Hîzbullahê ji 2013’an ve ji xwe qedexe bû. Xebatên saziyan, weqf û mizgeftan ên Hîzbullahê bi xwe ne qedexe bûn. Bi vê biryara nû Elmanyayê tevahiya propaganda, çalakî û xwepêşandanên li ser navê Hîzbullahê qedexe kirin. Wezîr Seehofer got, weke berê nîşandana alayên Hîzbullahê li Elmanyayê qedexe ye. Bi qedexeya berfirehkirî re, Elmanya wê karibe dest dayne ser milkê rêxistinê, civînên wê asteng bike, propagandaya di ser medya civakî înternetê jî hiqûqî ceza bike. Meşa Qudsê ya li dijî Îsraîlê her sal li Berlînê dibe jî, bi vê yekê hat qedexekirin. Polês avêt ser komele û mizgeftan Kanûna par partiyên hikûmetê CDU û SPD’yê daxwaza qedexekirina Hîzbullahê dabûn meclîsa federal. Piştî ku qedexe misoger bû û hat ragihandin, Polêsê Elman li eyaletên Berlîn, Nordrhein Westfalen (NRW) û Bremenê bi ser mizgef, komele û malên endam û rêveberên wan de girt, ku weke ser bi Hîzbullahê dihatin qebûlkrin. Li Elmanyayê hejmara endamên Hîzbullahê weke 1050 tê texmînkirin. Yekîtiya Ewrûpayê baskê eskerî yê Hîzbullahê ji 2013’an ve qedexe kiribû. DYE, Kanada, Holanda û Japonya û Ingilîstanê Hîzbullah bi temamî qedexe kiribû. BERLÎN