Kurd li Saraya Elysee bûn. Jean Paul Sartre Elysee wek “rûdêna metirsî ya Fransa” bi nav dike. Yek ji sarayên ku cîhan kiriye nava tariyê de ye.
Serokomarê Fransa François Hollande, yekemîn jest, bi gotina “Kobanê bajarê şehîd e, bajarê sembole” kir. Jesta duyemîn jî vexwendina Hevseroka PYDê Asya Abdellah, Ji Fermandarên YPJê Nesrîn Abdalla û nunerê PYDê yê Fransa Dr. Xalid Îsa bû. Verxwendin û serdana Elysee, di salvegera Komploya 15ê Sibatê de, di dema Meşa Dirêj ber bi Starsbourgê de pêk hat. Dem dimeşê, Kurd jî dimeşin. Her gava Kurdan, pêjna ber bi dîroka nû ye.
Gelo, serdan Elysee “aidiyet û nunertiya siyasî” ye, yan na? Bersiva vê pirsê giring e. Ji ber ku di heman demê de serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî, vexwendin Elysee! Rojava û “defactoya Başûr” ne mina hev in. Tiştekî din (gelo xet) heye…
Cûdatî, zafernameya Kobanê ye. Dîse jî, Ewropa bi hesab nêzîk dibe. Balivandina ala serhildanê li Qesra Elysee giring e û tê wateya erêniya zafernamê.
Wêranî û destanên bi xwînê hatin nivîsandin, cîhanek nû, bawerî û dîtinek nû derxiste hole. Li gorî matematîkzanan, Xweda cîhan li bi endezeyariya matametîkî avakir. Di vê dema ku bi hejmarên matematîkî siyaset û dîplomasî tê meşandin de; Kurd bi “Meşa Dirêj” diyalektîka paşerojan bi gavên xwe dipîvin.
Her gava rêwiyên Kurd di meşan de, li dijî çarmixa Kurdan, pêjna hêviyê bû. Dused sal in Kurd dimeşin. Lê Meşa Koban û Şingalê rewş guhert. Niha mêvanên Qesra Elysee ne.
Berî 2 salan, li pêşberî Elysee, bi bêbextî 3 jinên Kurd hatin kuştin. Sakine Cansiz, Fîdan Dogan, ligel nasnameya siyasî, xwedî nasnameyek dîplomatîk bûn. Dîroka Fransa di aliyê kuştinên siyasî de navdar e.
Ewropa, her dem ji bo berjewendiyên xwe lîstikên “senkronîk” û “diyakronîk” bi hev re dilîze. Ewropa, dema ku berjewendî dikevine holê, „sîstema demê“ radiwestîne.
Ev sansura tevgerên civakî û “mulga” kirina pêşketinên guhertinî ye. Liv û tevgerên pozîtîf û negativ tevlîhev dikin. Serî û dawiya bûyeran mijûmoranî dikin. Siyaseta „destê kê di berîka kê de ye“, serdest dikin.
Di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de jî ev lîstik heye. Ji aliyekî ve Qatar û Siudî di koalisyona navneteweyî de ne; Tirkiye li derve ye; Tariq Haşîmî ligel Erdogan e; Nuceyfî jî hevparê desthilatdariya Iraqê ye û destê wan di destê El Baxdadî de ye.
Di vê demê de Nuceyfî, li dijî PKKê nûçeyek, ku li odeyên taybet hatibû amade kirin belav kir Ûûûû li Başûr, li dijî Gerilayên HPG-YJA-Star ant-î propanagendê jî dest pê kir.
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan jî, di kesayeta Îsraîl û Misirê de, êrîşî Erwopa û Emerîka kir. Ev pêşketin bala mirov dikişînin. Siyaseta bazirganî ku bi lîstika satrancê tê meşandin e.
Fransa, bi dozgerên taybet, dadgerên taybet û îstîxbaratê, Kurd bloqaj bikin; Adem Uzun, Nedîm Seven, Şergo û bi dehan siyasetmedarên Kurd girtin. Kurd ber bi terorîzekirinê daf didan. Nasnameya Kurd, mafê Kurd, azadi û kesayeta Kurd kirin bin metirsîniyek dijwar. Lê komkujiya bêbext ya 3 jinên Kurd, di kesayeta kontrayê taybet Omer Guney de di qalibek qeşa de cemidand.
Ewropa, di şerê sêyemîn yê cîhanê de jî, di mijara berjewendiyan de li dijî hev in. Di şerekî bêdeng de, hespên xwe li „meydana derî demê“ dibezînin; lêêêê cihê pîkola wan dîse Kurdistan e. Tirs ew e ku, Ewropî car din „tevger û guhertina civakî“ li Rojava, li demê belav bikin; li demê belavkirina tevgerên civakî, hêzê sist dike. Tevgerên civakî, wek çemê li herik in û xwedî taybetmendiya „ava geronekî“ ne. Geronekên avê fetsînok in e. Ewropa mîzêna dengeyan baş dizane û bi vî rengî hukumraniya dîrokê dike.
Dîplomasî û siyaseta Ewropa mutewazî ye, lê arşîvên wan ne mutewazî ne.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Ewropa dîrok û sosyolojiya Kurdan anîne pêşberî hev û encamek parçebûyî, kujerî derxistin holê. Kurd li derî dîrokê hiştin. Kurdên li derî dîrokê, dibin otorîteyek faşîzan de, ji pirtûk, dîrok, nasname û ziman hatin dûr kirin. Di cendereya dewşirmetî û faşîzma netew-dewletan de ha ha hatin helandin.
Meşa Dirêj, her roj bêhtir nêzîkî Strasbourgê dibe. Li heman bajarî, ji 25 Hezîrana 2012an û heta îro nobeta “ji bo Ocalan azadî” tê girtin. Vêceeee, di van bûyerên ku bi salan e berdewam dikin de, Fransa bi Kurdan dem dane winda kirin. Kurd kirin bazarê.
Serdana Elysee erênî ye, biqasî wê jî Kurdan mecbur dike ku bi şiyarî û zîrekî tevbigerin. Divê dîplomasiya Ewropa ya „lepikê nerm“ werê nas kirin. Şerê Koban û Şingalî derî vekirin; lê hêz belav bibe, derî jî wê werin e girtin.