
Desteya Damezrandina Eniya Demokrasiya Gel di civîna xwe ya mehane de li ser çend mijarên giring yên girêdayî pirsên neteweyî yên gelê Kurdistanê guftûgo kirin û daxuyaniyekî nivîskî bersiva banga KCK’ê yên ji bo pêkanîna kongreyekî netewî da.
Di daxuayniya Eniya Demokrasiya Gel de wiha tê gotin; „Em giringî didin yekrêzî û yekitiya neteweyî di çarçoveya rêxistinkirina hêzên Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê. Hebûna sitratejiyekî netewî ji bo hemû parçeyên kurdistanê bi taybet hebûna sitratejiyekî taybet ji bo hemû aliyên siyasî weke pêwîstî bibînin.”
Di daxuyaniyê de behsa giringiya kongreya netewî hat kirin û wiha tê gotin; “Kongreya netewî dibe amrazekî sitratejî ya ji bo neteweya giştî ya Kurdistanê. Bi taybet ji bo nêzîkbûna hemû partiyên li herçar parçeyên Kurdistanê, ne wek rewşa niha ya parçebûyî çêbibe. Her çiqas zû amadekarî ji bo were kirin û kar li ser bernameya netewî were kirin, emê piştgriya hemû helwdanên cidî yên ji bo pêkanîna kongreyekî netewî bidîn.
Di dawiya daxuyaniya Desteya Damezrandina Eniya Demokrasiya Gel de wiha tê gotin; “Berpirsyartiya ji destdana derfetekî wiha di vê qonaxê de dikeve stuyê partiyên Kurdan û bi taybet ewên ku berjewendiyên giştî dikine qurbana berjewendiyên xwe yên taybet de.”
NAVENDA NÛÇEYAN