Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Abdulah Ocalan, li Strasbourgê îro di roja xwe ya 90´î de ye. Ji çalakgerên wê, Gulistan Çiya Îke, bi rasthatina Newrozê û ji bo beşdariya çalakiya Newrozê ya 23´yê Adarê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi rê ve diçe, peyamek da. Em peyama wê bi temamî li jêr diweşînin:

“Newroz cejna vejînê ye. Roja ku berxwedan digihîje serketinê ye. Têkoşîna 40 salan bi Newrozê her tim tacîdar bû û ev guherî rêûresmekê. Pêngava berxwedanê dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartin hene. Helwêsta ku di Newrozê de gel nîşan bidin, peyamên ku ew bidin, heger dil hebe, wê vê serketinê misoger bikin. Heger dilê me hebe, em dikarin vê Newrozê bikin newroza serketinê ya pêngava berxwedanê. Bi ruhê berxwedanê yê vê pêngavê divê em di Newrozê de dakevin meydanan. Nexasim jî li Ewrûpayê muxatebên tecrîd û îolasyonê hene ku em ê peyamên xurt bidin wan. Em bawer dikin, gava ku Gelê me bi awayekî xurt 23´ê Adarê beşdarî çalakiya Newrozê ya li bajarê Frankfurtê bû, ew ê vê peyama berxwedanê bi ruhê Newrozê re bike yek û bi awayekî xurttir û dengbilindtir îfade bike. Divê gelê me çalakiya Newrozê ya herî bi heybet ya heta niha li dar bixe.”

 

STRASBOURG