
Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê têkîldarî pêvajoya çareseriyê ya ku xetimî daxuyaniya da. Daxuyanî li salona koma HDP’ê hat dayîn û Wekîlên Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û wekîlê Stenbolê yê HPD´ê Sirri Sûreyya Onder tevlî civînê bûn. Wekîla serokên HDP´ê Pervîn Bulan daxuyaniya çapemeniyê da. Buldan merhaleya pêvajoya çareseriyê nirxand û wiha got: “Me hefteyeke nirxandin daxuyaniyên hikûmetê yên têkîldarî pêvajoyê ji nêz ve şopend. Hem jî ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re di demeke kin de pêk bê daxwaza xwe gelek caran bi bîr xist. Piştî civîna Lijneya Wezîran a roja borî hate lidarxistin ji ber nirxandinên Berdevkê Hikûmetê yê birêz, me careke din pêdivî pê dît ku mijarê bi raya giştî re parve bikin.”
Daxwaza çûna giravê
Buldan destnîşan kir ku serlêdan û sekna wan ji bo berdewamkirina pêvajoyê nîşandana samimiyet û îradeyê ye û wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî em wekî Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê serlêdana me ya Wezareta Dadê, beyana îradeya samîmî ye ku heta niha partiya me û şandeya me di pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de rola dîrokî ku lîstiye nîşan dide. Ligel astengî û aloziyê nîşan dide ku ji bo pêvajo bidome biryarbûna me nîşan dide. Daxwaza me ya hevdîtinê di bin hemû şert û mervan de ji bo kanalên muzakereyê vekirî be parçeyeke xebat û hewldanên me ye. Ev baweriya me ya ji bo mafê aştiyê berpirsyariya me ye. Ji ber ku astengkirina çûyîna şandeya me Girava Îmraliyê dê bê wateya pêvajoya diyalogê ya bi Birêz Ocalan re hatiye destpêkirin bi dawî bûye û ev jî dê bi xwe re encameke neyînî ya pêvajoy bi dawî bûye derxîne holê.”
Zextê li partiya me dikin
Buldan anî ziman ku ew wekî şande dixwazin rola xwe bilîzin û got: “Ev helwdana me heta dawî samîmî ye, wisa tê fêm kirin ku ji aliyê hikûmet û rayedarên hikûmetê ve baş nayê fêmkirin. Ji ber berpirsyariya şandeya me û israra ji bo aştiyê bersiva ku hikûmetê daye şande û partiya me tehdîtkirin, mudaxale û neçareserî ye. Hem zimanê neçareseriyê yê tê bikaranîn, hem jî nêzîkatiya xemsar a hikûmetê ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku her saniyeya wî jî girîng e dihêle ku dem bê hebakirin. Tişta ku divê bê kirin ew e ku; kanalên diyalogê yên xetimîne bên vekirin ji bo mekanîzmayên muzakereyê bêyî ku dem bê windakirin gav bên avêtin. Divê di vê pêvajoyê de nêzîkatiyên ku tê xwestin li ser partî û şandeya me tahekumê nîşan bide, dev ji gotinên bi vî rengî bê berdan.”
Ji bo Ocalan rola xwe bilîze
Buldan xwest ku rayedarên hikûmetê divê hemû meseleyê tenê bi hevdîtinên Îmraliyê ve girê nedin û ji vê yekê dûr bikevin. Buldan wiha pêde çû: “Ya rast; bi destpêkirina hevdîtinan re ji bo birêz Ocalan bi rehetî rola xwe ya dîrokî pêk bîne divê şert û merc bên sererastkirin. Ev pêvajoya diyalogê ku demek qut bûye, ji duh pê ve heyeta me bi rayedarên ku di nava Lijneya Çareseriyê de cih digirin re tevdîtin pêk anî. Divê ev jî were gotin ku di encama vê hevdîtinê de nêrîna domandina pêvajoyê derket hole.” Pervîn Buldan xwest ku alî li şûna zimanê pêvçûnê zimanê çareseriyê bi kr bînin, li ser hevdîtinên Îmraliyê rojevên ji rêzê neyê çêkirin, di her xitimandinê de Îmrali û heyetê nekin mijara nîqaşê û ji vê yekê dûr bikevin, tu car neyê jibîrkirin ku em li hemberî dîrokê berpirsyar in, bivê rastiyê re em bi salan e ligel hemû berdelan vîna aştiyê daye nîşandan û em vê yekê tînin ziman.
DIHA/ENQERE