Em bi gelê Kurd re ne

Li Buenos Airesê ya Arjantînê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin û ji bo hevgirtina bi HDP’ê, meş hate lidarxistin. Partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan li ser banga Komîteya Jinan a Hevgirtina bi Kurdistanê re, hatin ba hev. Meş li pêşiya Balyozxaneya Tirk bi dawî bû. Li vê derê, li ser navê koman axaftin hat kirin û êrişên li ser îradeya gelê Kurd hatin şermezarkirin. Di axaftinan de banga hevgirtina bi gelê Kurd re hate kirin. Axaftvanan got, bi dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan, tevgera jinên Kurd bûye hedef. Di peyaman de, aliyan got, “Em gelek tiştan ji tevgera Kurdan hîn bûne.”
Di meşê de sloganên ‘Erdoganê dîktator’ hat gotin û piştre jî wêneyên êrişên li dijî protestokirina qeyûman bi bariyerên li ber balyozxaneya Tirk ve hatin daliqandin.
BUENOS AIRES
