Em bi hev bawer bin û têkoşînê xurt bikin
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, ji nû ve dîzaynkirina sîstema navendî ya cihanê nirxand û got, rewşa heyî ya sîstema navendî ya cihanê ji bo jinan çavkaniya xerabiyan e: “Em di demeke welê de ne ku sîstema baviksalariyê dixwaze xwe bi rê û rêbazên cuda sazûmankar bike. Di nava vê sîstemê de dixwazin jinê hem di warê azadiyê de hem jî di warê fîzîkî de bikin objeyek.”
Besê Erzîncan diyar kir ku desthilatdarî û dewletên heyî meyla rastgiriyê temsîl dikin û got, “Gelo çawa dibin desthilatdar? Dema ku hemû derfetên dewletê di destê wan de bin, beriya hilbijartinê her tiştî eyar û amade dikin. Hêzên desthilatdarîparêz û dewletparêz ên global, bi rê û rêbazekê dest li parlamen û hilbijartinên li hemû welatan werdidin û rê didin ber wan.”
Bê rêxistin bûn bê bandor dike
Besê Erzîncan ev tespît li ser qelsiya hêzên demokrasiyê kir: “Pirsgirêka herî mezin a hêzên demokratîk û azadîparêz ew e ku eniyeke berfireh ava nekirine û têkoşîneke hevpar nameşînin. Sîstema kapîtalîst, modernîst ji aliyê hejmarî ve kêm e, lê xwedî organîzasyon û rêxistinbûneke gelekî xurt e. Ji ber ku bi rêxistin e, desthilatdariya xwe jî roj bi roj xurtir dike.
Hêzên demokrasiyê, azadî, aştî û wekheviyê 80 ji sedî yê civakê ne, lê tevî vê yekê jî ji ber ku ne rêxistinkirî ne, nikarin bandorê bikin. Weke hêzên azadîparêz û demokratîk, divê em karê xwe bi xurtî, têkoşîna xwe bi hevgirtî, çalakî û perwerdeya xwe jî bi hêz bimeşînin.”
Besê Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got, “Em di serdemeke girîng a azadiya xwe de ne. Di vê demê de bi biryardariya afirandina jiyanê û berxwedanê em dikarin bi ser kevin. Bi sererastkirin, perwerdekirin û birêxistinkirina xwe em dikarin bi ser bikevin. Girîng e em bi hev re xwedî li daxwaza gelan, baweriyan û jinan derkevin, bi têkoşîneke hevpar rejîma destbixwîn a faşîst qels bikin û bi vî rengî em bi ser kevin. Em bi hev bawer bim û têkoşînê bi hev re xurt bikin.”