Komeleya Lêkolînên Kurdî ya ku sala 2017’an ava bû, li aliyekî perwerdeya bi Kurdî dide, li aliyê din li ser ziman û dîrokê lêkolînên zanistî dike.

Endamên Desteya Rêveber a komeleyê Sîpan Haco û Eyyup Sûbaşi li ser karê xwe ji rojnamevan Ronî Aram re peyivîn.

Sîpan Haco diyar kir ku ew bi mîsyona temamkirina karê Enstîtıya Kurdî ya Stenbolê rabûne û paşê jî cihê Kurdî di karê xwe de derxist pêş. Haco anî ziman, ku ew bi giranî perwerdeya bi Kurdî didin, materyalên di vî warî de amade dikin, li ser dîrok û wêjeya Kurdî hem berhemên nivîskî hem jî yên devkî lêdikolin.

Ew dibêje, salê bi qasî 200-300 kesî tevlî kursên wan ên Kurdî dibin û bi giranî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî atolyeyên ziman çêdikin û wiha dewam dike: “Perwerdeyên me yên bi van zaravayan heta asta herî bilind tên dayin. Wekî din, me yekemcar atolyekeke xwe bi zaravayê Soranî vekir.”

Projeyên ziman ên partiyan nînin

Sîpan Haco îşaret bi girîngiya stastuya milet û ziman jî dike û dibêje, “Beriya her tiştî divê ew gel û zimanê wî gelî xwedî statuyekê be. Zimanê Dayikê şertê ewil e. Heger ev bibe, hingî ziman ji asîmîlasyon û metirsiya tinebûnê wê rizgar bibe. Li Tirkiyeyê niha ev şert nîne.

Li qada siyasî kêmasiyên cidî hene. Ti ji rêxistinên siyasî li ser ziman projeyeke xwe nîne û mixabin karekî di vî warî de nakin. Ev bar tenê li ser saziyên ziman dimîne. Divê ev kêmasî çareser bibe.”

Ziman her tişt e

Eyyup Sûbaşi jî diyar kir ku divê ew ji perspektîfeke giştî li mijara pêşvebirina Kurdî binerin û got, “Ji bo pêşvebirina ziman, 10 an jî 20 kovar bên derxistin jî bi têra xwe tesîrê nakin. Beriya her tiştî divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Li dibistanan û li zanîngehan bê bikaranîn.

Ziman ji bo me her tişt e. Heger zimanê me jî ji dest biçe, hingî tiştek namîne, asîmîlasyon wê bi ser keve. Jixwe, polîtîkayên niha tên meşandin jî bi vê armancê ne.

Ji bo em karibin van polîtîkayan bişikînin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin û fedakariyê bikin. Ji ber vê yekê em li benda desteka Kurdên li Stenbolê ne. Bila werin tevlî perwerdeyên me bibin. Heger em bi hev re xwedî li Kurdî derkevin, em ê wê çaxê karibin wî bi pêş bixin.”

 

ANF/STENBOL