Çûn serdana KNK´ê
Zana û Onder û di gera xwe de çûn serdana nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) a li Hewlêrê jî. Zana û Onder ji aliyê Hevseroka KNK’ê Nilufer Koç û endamên KNK’ê ve hatin pêşwazîkirin. Di serdana ku saetekê dewam kir de der barê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî yekitiya neteweyî ya di hevdîtina 10’ê Tîrmehê de bi Zana û Onder re parve kiribû hat ragihandin. Zana û Onder diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye xuyakirin ku di pêvajoyeke ev qasî dijwar a li Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê bi polîtikayên yekitiya neteweyî ya Kurd ew talûke dikarin bên astengkirin û aştî pêk were. Li gor agahiyan Ocalan gotiye, bi israreke mezin di platformên yekitiya neteweyî de pêkhateyên siyasî yên Kurd bi nîqaşên hevpar dikarin biryarên hevpar bigrin krîza heyî veguherînin aştiyê.
Peyama ji bo Talabanî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek taybet ji bo serokkomarê Iraqê Celal Talabanî jî şand, ji ber başbûna rewşa tenduristiya wî kêfxweşiya xwe anî ziman û ev peyam da: "Xebatên dîplomatîk ên we bi welatên cîran re meşandin gelekî erênî ne. Niha jî pêwîst e heman xebat ji bo Kurdan bên meşandin. Rewşa konjonkturel a siyasî ya li çar parçeyên Kurdistanê, li ser gelê Kurd tevgera hevpar a ji bo azadiyê ferz dike." Ocalan di peyama xwe ya ji bo Talabanî de bal kişand ser Kongreya Neteweyî û got, "Weke ku hûn jî dizanin, bi beşdariya tevahiya damezrînerên tevgera xwe re û bi hemû hêza xwe ya ji dîrokê girtî re, me danûstandin dan destpêkirin. Yan jî me dest bi pêvajoya çareseriyê kir. Ji bo aştiyeke giranbuha û mayînde, min jî dixwest ku hûn li gel min bin. Ji bo kombûna Kongreya Neteweyî bi lezgînî, daxwaz û hêviya min, meşandina xebateke hevpar a gelê me ye. Eger em kongreya neteweyî garantî nekin, wê gelê me her tim rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bê." Ocalan di peyama xwe ya ji bo Mam Celal de her wiha ji ber dayîna xelata Îbrahîm Ehmed spasiyên xwe pêşkêş kir û careke din hêviya xwe ya ji bo başbûna tenduristiya Talabanî anî ziman.
DIHA/HEWLÊR