Hizba Zehmetkêşan: Dema kongrê ye
Têkildarî hevdîtinê endamê encumeniya rêveberiya Hizba Zehmetkêşan yê Kurdistanê Hesen Mistefa agahî dan û got: “Li ser pêşniyara KCK em li buroya Hizbî Zehmetkêşan der barê pêkhatina Kongreya Neteweyî de rûniştin. Me timî gotiye ku Hizba Zehmetkêşan timî hewl dide ku amadekariyek ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bê kirin û kongre demek zû pêk bê.”

Dem aniha ye

Hesen Mistefa got ku ev hewldanekî giringe û wiha dewam kir; “Tevlîbûna gerîla a şerê rizgarkirina Mexmûr, Celawla herwiha parastina Kerkûk û şerê Şengalê û dawiyê de jî tevlîbûna pêşmergeyan a parastina Kobanê de, ev bi xwe hestên neteweyî derxistine pêş. Ji bo wê ti astengî û bendek li pêşiya hêzên siyasî nemaye ku heta bêjin ne dema pêkhatina Kongreya neteweyî ye.” Mistefa got, ji bo lidarxistina Kongreyê Hizba Zehmetkêşan wekî KCK’ê difikire.

Serdanên şandeyê dewam dikin

Şandeya KCK û KJK’ê paşî jî çûn serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê. Endamên şandeya KCK û KJK´ê ji aliyê sekreterê giştî yê Tevgera Demokratîk Xidir Rûsî, endamên polîtburoyê Xelîl Mihemed, Qehar Mihemed û Nehro Celal ve hatin pêşwazîkirin.

Ti astengî nayê qebûl kirin

Sekreterê Tevgera Demokratîk Xidir Rûsî derbarê hevdîtinê de got,“Em wekî komek partî û aliyên siyasî civiyan. Şerê li herêmê û lidarxistina kongreya netewî hatin nirxandin. Xidir Rûsî got: “Dîtinên me û şandê wek hevin. Ti astengî û cûdahiyek di navbera û KCK’ê de li ser mijara kongreyê nîne.” Hevdîtinên şanda KCK û KJK’ê 10 rojin li başûr didomin. Heta niha şande li gel PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Hizba Demokratîk a Kurdistanê, ENKS, Partiya Şûî ya Kurdistanê, Partiya Karker û Kedê ya Kurdistanê û Tevgera Demoratîk a Gelê Kurdistanê kirine.

ROJNEWS/HEWLÊR