
Hunermend Şengûl Pak, li Nazimiyeya Dêrsimê hatiye dinê. Di salên destpêkê yên PKK´ê yên li Dêrsimê de zarokeke 4 salî bûye. Bi gotina wê, bi PKK´ê re mezin bûye. Ji sala 1995´an ve di nav xebata hunerî de ye. Hunermend, stranbêj e. Li gel Koma Vengê Sodirî wek solîst kar kiriye, demekê jî bi Koma Asmîn a jinan re xebitiye. Ev 14 sal in jî li Elmanyayê dijî. Li vir bi serê xwe karê muzîkê dike, berhemên xwe li gel Mîr Muzikê amade dike. Muzîk û hunera xwe li ser bingeha muzîka ji rêûresmê a Elewî û Zazakî saz kiriye. Şengul Pak a ku heta ji destê wê tê, bi Zazakî distrê, dibêje: “Ev zimanê herî kevin û xweşik ê cîhanê tine dibe, divê ez jî girîngiyê pê bidim. Min tim hewl da ku ji prensîbên me tewîzê nedim, wisa jî dibe ku hindek li derveyî popûlarîteyê mabim. Lê ez wek têkoşerekê xwe dibînim û cihê lê me jî bi dilê min e. Hewldana min tim û tim layîqbûna hevalên min yên şehîd e.”
Bi navê Apoyî dihatin nasîn
Pîrozbahiya salvegera 38´an a damezirandina PKK´ê de li paytexta Elmanyayê Berlînê, em li hestên hunermedekê jî bûn mêvan…
Pak, pêşî wiha qala nasîna xwe ya PKK dike: “Beriya 38 salan ez li Dêrsimê bûm û 4 salî bûm. Lê di heman demê de di destpêka pêvajoya hevnasîna bi PKK´ê re bûm. Salên li dor 1978´an li Dêrsimê xebatên rêxistinî yên sift yên PKK´ê hebûn. Heta wê demê mirov dikare bibêje bêhtir bi nasnavê Apoyî ev kar dihatin meşandin. Navên ku li herêmê belav bûbûn: Delîl Dogan, Alî Haydar Kaytan, Azîme Demîrtaş û Mazlûm bûn. Merivên me yên nêzîk jî di nav xebata PKK´ê de bûn û yek ji şehîdên destpêkê (Şûkrû Sever) yê PKK ê jî gundiyê me bû. Heta ez wek zarokeke 6 salî di navenda wê pevçûna bi çek de mabûm. Herêma Dêrsimê hem ji aliyê cografî ve û hem jî ji aliyê gel ve ji bo xebata siyasî û çekdarî misaîd bû.
Tevgera ku bi çend kesan dest pê kir
Xeyn ji PKK´ê rêxistinên din yên çep jî li wir kar dikirin.
Di wê bîr û bîranînên zaroktiya min de tiştên mayîn ev in ku wê demê tirsek tê bîra min. Gel pirr bi îhtiyadî nêzîk dibû; xetek datanîn navbera xwe û siyasetê. Lê di nav demê de me dît ku mirov bi nêrîneke nû hatin xwedîkirin, çêbûn, mezin bûn, ev gel wisa bû gel û xwediyê nasnameya îro. Ev tevgera ku bi çend kesan dest pê kir, niha veguheriye bizaveke mezin a gelêrî. Wisa jî ez gelek girîngiyê pê didim, mezin û pîroz e. “
Ez ê pê re jî pîr bibim
Şengûl Pak a ku di despêka PKK´ê de 4 salî bûye, niha 38 salî ye û ji bo vê dibêje, gava ev pirsa “Tu çend salî yî” ji wê tê kirin ew dibêje, ez bi vê tevgerê re mezin bûme û wiha diaxive: “Ne tenê mezin bûm, her wisa ez pê re pîr jî dibim. Car caran, gava mirov berê xwe dide êrîşên faşîstan, girtin û kuştinên ku di asta herî barbarî de tên kirin, mirov helbet xemgîn dibe. Lê dema mirov di meş, xwenîşandan û şevên wek îro de rastî girseyên hinde bi coş û bi biryar jî tê, mirov dibîne ku bi ti awayî bi şûn ve gav nayê avêtin. Ev hêza ku bi kedeke bêhempa hatî afirandin, bi ti awayî nikare bê tinekirin. Ev jî hêz û moralê dide mirov.”
Layiqê wan canfedayan bin
“Divê em li mîrate û kelepora xwe ya resen xwedî derkevin, ziman, çand pir girîng e. Ji xwarina neteweyî heta muzîk û edebiyata me ya devkî, her hebûn ji bo me mewziyeke berxwedanê ye. Eger em girîngiyê bi van nirxan bidin, wê demê em dikarin bibêjin ku em piçekî jî layiqê wan canfedayan in û em ê bikarin bi serbilindî salvegerên damezirandinê yên PKK´ê jî pîroz bikin.”
YEKO ARDIL / BERLÎN