Heta niha 12 kes ji aliyê asayîşa Herêma Federal a Kurdistanê ve hatine girtin ku dixwestin biçin Sûriyeyê û tevlî grûbên terorîstî bibin. Ev 12 kesane li gor maddeya 2 a li dijî terorê hatine girtin û mamele li gel wan tê kirin. S.H. hinek tiştên veşartî yên derbarê grûbên Hinek ketîbe hebûn xalên kontrolê danîbûn û nedihiştin bê pere ti kes derbas bibe. Pere ji wan distandin. Ji min re derket ku ev ne cîhade , her kes ji bo xwe û berîka xwe ye.” S.H da zanîn ku gelek tiştên berevajî hene û wiha got: “Berevajî şerîetêne. Dibêjin em bi navê Îslamiyetê cîhadê dikin, lê ne wisane. Gelek ciwan diçin û piştre têdigihin ku hatine xapandin.” S.H. vê bangê li ciwanên Kurd dike û wiha berdewam kir: “Bi vî fikrî nexapin. Wekî ku xelkê fêm kirî, ew ne cîhade. Divê mirov ji bo welatê xwe hewl bide û welatê xwe ciwan bike. Ev ji her tiştî baştire.” Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyek ji GK TV re ragihand: “Me zanyariyên hûr bidestxistin ku tometbarekî girêdayî rêxistinekî terorîstiye û bi rêya geşta esmanî ya Stenbol-Silêmanî û balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê vedigere Kurdistanê. Piştî wê yekê jî tedbîr hatin girtin û piştî erêkirina dadwer, ew tometbar hat girtin. Lêkolîn li ser vê dosyeyê didomin.”
HEWLÊR