Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civîneke gel a li paytexta Swêdê Stockholmê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar tîne û hewl dide destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Kartal li dijî êrişên dijminên Kurd, banga têkoşînek bi ruhê seferberiyê kir.
Kartal got, “Rewşa em di nav de, asta dawî ye. Eger em bi ser nekevin, wê dijmin berê xwe bide tinekirinê û bixwaze derbeke giran li me bixe.”
Kartal da xuyakirin, di nava şert û mercên heyî yên êrişên dijmin ên topyekûn de, ne pêkan e xebateke mîna demeke ji rêzê were meşandin û destnîşan kir ku divê li hemberî van êrişên dijimin, hewldaneke awarte bê nîşandan.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bal kişand ser berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û got, “Ev berxwedana me gihaştiye wê astê ku bandorê li siyaseta li herêmê dike. Cîhan, dema li herêmê siyasetê dimeşîne, nikare siyaseta Kurdan nebîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji destketiyên gelê Kurd ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelekî aciz e. Dewleta Tirk li dijî Rojava, li nava DYE û Yekîtiya Ewrûpayê ket nava gelek hewldanan. Van hêzan tercîh kir ku dewleta Tirk li Rojava li derve bihêlin. Em dizanin van hêzan ji Tirkiyeyê re gotiye, ‘Hûn neçar in li pêvajoya aştiyane vegerin’. Lê belê Tirkiye her carê vê red dike.”
Kartal îşaret bi siyaseta PDK´ê li Başûrê Kurdistanê kir û got, “PDK li şûna ku ji hêza xwe bawer be, pişta xwe dispêre welatên herêmê; rêveberiyên Tirkiye, Îran û Iraqê û hewl dide xwe li ser piyan bigire.”
‘Azadî nêz e’
Remzî Kartal behsa berxwedaneke bi heybet a li Kurdistanê kir û got, “Divê her kes ji ber vê bi coş be. Ji ber ku serketin û fedekariyeke mezin heye. Azadî nêz e. Eger bi karê xwe em karibin bersivê bidin bendewariyên pêvajoyê, eger em bi berpirsyariya xwe rabin, hingî ti astengî li pêşiya serketinê namîne. Eger em di vê pêvajoyê de bi ser nekevin, wê pêvajoya têkoşînê dirêjtir bibe. Lewma divê em tempoya xwe zêde bikin.”
Kartal da zanîn, bi rêxistinbûyîna muxalefeteke xurttir, Erdogan wê bêhtir bi tenê bimîne û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tê bikoşin.
STOCKHOLM