Bi hatina sermayê re erdhêjzede di bin sermaya ketiye binê 40 dereceyê de, di konteyniran de betaniyan li xwe dipêçin û xwe germ dikin. Ev sermaya ku ya herî zêde zarokan mexdur dike, erdhêjzedeyan anîn ziman ku ji ber sermayê nexweşînên wekî zekem, şewt, serêş û kûxika hişk li wan peyda bûne.


Bi tembûrê jana xwe tîne ziman

Ji erdhêjzedeyên ku hefteya bihorî bi çewsa polîsan xwestin wan ji Bajarê Konteynir a Alkanatê bên derxistin Orhan Çeker, diyar kir ku ew êş û jana dikşînin êdî nikarin bi peyvan vebêjin û tembûra xwe hilda û vê stranî lorand: "Mafê me xesp kirin. Hejmara miriyên me ji me veşartin. Her carê gotin em birîna we derman dikin. Dilê min qeşa girtiye zarokê min nexweş ketiye, ey dewlet min çi ji te kiriye.´

'Nobeta jiyanê digirin'

Sevda Çeker, diyar kir ku ew êvaran di bin sermaya binê 40 dereceyî de têkoşîna man û nemanê didin û wiha got: "Tu ferqa me ji leşkerên nobetê digirin nemaye, ew mewziyên xwe diparêzin em jî zarokên xwe ji sermaya qerisandinê diparêz in. Ji ber ceyrana me ji hêla rayedaran ve hatiye birîn, bi gaza tupê xwe germ dikin. Gelek caran em dibên dê ev tup me jehrî bike. Tirsa bêhna tupê û tirsa qerisînê aliyekî, nexweş jî li aliyekî.’’
 
'Jiyaneke wiha nîne'
Tekîn Berdan jî diyar kir ku piştî erdhêjê 2 zivistan derbas bûye û da zanîn ku ew di nava neçariyê de nexweşîna zarokên xwe temaşe dikin. Berdan bang li rayedaran kir û wiha got: "Terzek jiyaneke wiha hebe mînak nîşan bidin em jî vê jiyanê qebûl bikin. Em hemwelatiyên vê welatî ne, em bi salane bacê didin vê dewletê, ma qet nirxên me di çavên dewletê de tune ye? Li vir zarokên me ji serma an jî nexweşînê bimirin dê kî/ê hesabê vê bide? Tiştek ji me bibe berpirsiyar dewlet û rayedarên wî ne."
Fîgen Bertan jî, da zanîn ku ji bo zarokên wan bi şevê neqerisin ew bi kincan wan baş dipêçin û ev tişt gotin: "Di ser erdhêjê de 3 sal derbas bûn, hêj jî em di nava êş keseran de ne."
 


ÎDRÎS YILMAZ / DÎHA/WAN