NÎHAL BAYRAM / MAINZ

Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk ji 9´ê Cotmehê ve sûcên xwe yên şer di çarçoveya dagirkeriya xwe de dewam dike. Dewletên Ewrûpî beramberî êrişan bêdeng in, xwe nadin ber cezakirina Tirkiyeyê. Lê dostên Kurdistanê û Rojava nasekinin. Yek ji wan jî Dr. Michael Wilk e. Ew 22´yê Cotmehê tevî 7 bijîşkên din ji Ewrûpa çû Rojava. Wî tevî hevalên xwe hefteyekê birîndarên şer nêzî Til Temirê derman kirin.

Wî ji me re got, “Gelekî pêdivî heye bi pisporên tenduristiyê. Ev pirsgirêk beriya dagirkeriyê jî hebû, lê belê bi zêdebûna şerî re ev pêdivî zêdetir bû. Me hewl da lîkar bin. Yên ku dikarin alîkar bin, xizmetê bikin, divê biçin Rojava.“

ji bo hewldanên xebatkarên tenduristiyê yên li Rojava ew dibêje, “Yên ku li vir bi rastî xwedî ked in, ew bijîşk, hemşîre û dildarên ku jiyana xwe feda kirine, bi şev û roj dewl didin mirovan bi silametî bikin. ev alîkariyeke gelekî mezin a mirovî ye. Ew bi ya min hêjayî rêza herî mezin in.”

Li ser daneyên heta bi 27´ê Cotmehê jî Wilk agahiyên ji heyva Sor wergirtî wiha parve dike: “Bêhtirî 550 kesan jiyana xwe ji dest daye, 1100 mirov birîndar bûne. Pirraniya wan di êrişê dagirkeriyê de birçîndar bûne. Lê hinek ji wan jî di encama êşkenceya giran a eskerên dagirker de bi giranî birîndar bûne. Nexasim, ew kesên ji gundê Menacirê anîn, li ser laşê wan şûna êşkenceyê pirr giran hebû.”

Malzemeyên herî zêde lazim li Rojava li gorî Wilk ev in: “Nexasim ekîpman, malzemeyên tibî û personelê bi kêra cerahiya ra/damar, a mejî û emeliyata toraksê gelekî kêm in.”