
MEED EL-SELÛM / ANHA / DÊRA ZORÊ
Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê, Lîlwa El-Abdullah diyar kir ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) bipêşveçûnên xwe yên paqijkirina bejahiya rojhilatê çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ‘ê didomîne û teqez kir ku QSD‘e wê li hember her êrîşê mafê xwe yên rewa bi kar bîne. Lîlwa El-Abdullah got, "Hêzên me wê dest ji herêmên rizgarkirî bernedin."
QSD û Melclîsa Eskerî ya Dêra Zorê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 9‘ê Îlonê dest pê kir, bi dehan gund, nûqteyên stratîjîk û bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.
Lîlwa El-Abdullah derbarê mijarê de, got, "QSD serketinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ‘ê bi dest xistin. Şervanan erdekî gelekî fireh û bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin. Hemle hîna didome."
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê, behsa gefên berpirsyarên rêjîma Baasê û Îranê li dijî hêzên Sûriyeye Demokratîk kir û got, “QSD wê herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar kirine, bernede û ji ti hêzê re nehêle. Hêzên me ji bilî çeteyan, êrîşî ti hêzên din nakin, lê heger êrîş li hemberî me hate kirin, em ê bê deng nemînin û mafê parastina rewa bi kar bînin.”
Lîlwa El-Abdullah di dawiya axaftina xwe de got, “Hêzên me ne tenê ji bo rizgarkirina herêmekê ne, armanca me rizgarkirina gel û xaka me ji terora DAIŞ‘ê ye, em bangawaziyên gel li kîjan deverê be, dibihîsin û em ê pêk bînin.”