Şervanên reqayî, yên di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, beşdarî 2’yemîn merhaleya operasyona “Xezaba Firatê” bûn diyar kirin ku, ew ê Reqayê ji feraseta talanker rizgar bikin û wiha gotin:”Em bang li hemû gelê Raqayê dikin. Em tên. Li benda me bin.” 


Îbrahîm Ehmed diyar kir ku, ew ji bo gel û bajêrê xwe beşdarî operasyonê bûye û anî ziman ku, DAIŞ jiyanê li gelên wî kiriye jehr û ji bo sivîl û gel xisarê nebînin, ew bi baldariyî tevdigerin. Ehmed anî ziman ku, operasyona azabûnê ji bo Reqayiyan hatiye destpêkirin û got, divê her kes vê baş bizanibe, pêşaniya wan azadkirina gel e. Ehmed diyar kir ku, ew ê Raqayê bi temamî azad bikin û wiha got:”Em bang li hemû gelên Raqayê dikin. Em tên. Em ne ji wan kesên ku talankeriya gel dikin.” 
Şervanê bi navê Serxwebûn Tîşrîn ragihand ku, ew 20 sal e li Raqayê rûdinê û anî ziman ku, piştî DAIŞ‘ê bajar dagirkiriye bi salekê, ew tevî malbata xwe ji neçarî bajar terikandine. Tîşrîn anî ziman ku, niha ji bo gelê xwe ji wan rizgar bikin ber bi bajêr ve diçin û got; “em ê Raqayê ji DAIŞ‘ê paqij bikin.” 
Ebû Mihemedê Raqayî jî anî ziman ku, hin ferdên malbata wî û nasên wan di dest DAIŞ‘ê de rehîn hatine girtin. Mihemed anî ziman ku, divê gelê Reqayê netirse û wiha domand:”Di demeke kurt de em ê xwe bigihînin wan. Û em ji vir bang li wan dikin. Yên wê têkevin Raqayê tenê ne kurd in, di heman demê de ereb, tirkmen, suryanî û gelek derdorên cuda ne. Ew ji bo we şer dikin. Îtibarê bi propagandaya hin derdoran neyînin.” 


 RAQA