YEKO ARDIL / STRASBOURG


Em di roja dehan a çalakiya li Strasbourgê ya bêdem de ne. Kurd ji gelek deverên Ewûpayê hatî, li vir li pêş saziyên mafên mirovan û yên siyasî ku mohra xwe li şaristaniya Ewrûpî dane, li çareseriya doza xwe ya neteweyî û ji bo çareserkirina rewşa dijwar a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Êvaran em derbasî bajarê Lahrê yê li Elmanyayê dibin. Bajar bi qasî sîh kîlometreyan ji vir dûr e. Li wir li cem malbatan dihêwirin. Malbata ku em doh êvarê lê bûn mêvan, ji Bafê ye. Malbateke nandayî, mêvanhez û heta dawiyê welatparêz e. Gava hevala Leyla ya ku xwe wek kebaniya malê bi nav dike, derî li me vedike, ji sûretê wê stêrkên dilşadiyê belav dibin. 

Li dîwêr sûretê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li gel jineke gerîla hilawistiye. Gava em ji wan dipirsin, Rewa keça nixuriya malê dibêje, “Ew Zeynep heval e, metika min e.” Wisa jî mirov di şanaziya wê jî têderdixe. 

Li mala wan ez, Rêber Rojhelat û hevalê ku ji roja destpêkê ve bi dahola xwe qada çalakiyê dicoşîne û rengekî xweşik li derdora xwe direşîne, bi navê din Bavê Defê yê ji Efrînê hene.

Me jî xwest vê rasthatina xweşkok bi hevpeyvînekê ve ji bo xwendevanên xwe ragihînin û belkî ji dîroka têkoşîna gelê Kurd re jî bibe weke bîranînekê.

Keça malê Rewşen 23 salî ye, xwendekara pîşeyê karê civakî ye. Xebata ciwanan kiriye û di karên têkiliyên derve de xebitiye. Di partiya die Linke de jî kar dike.

Leyla Oger, keça wê Rewşen û Huseyîn Oger ji me re wiha behsa xwe, naskirina têkoşînê, hatina Elmanyayê û hezkirina xwe ya Bizava Azadiyê û birêz Ocalan dikin.


Leyla Oger - Lahr:

Em ji gundê Bafê yê ser bi Hezexê ne. Ev 23 sal in ku em li Elmanyayê mişextî ne, 6 zarokên min hene. Du salan em li Karlsruhe û li Offenburgê man, wekî niha em li Lahrê niştecih in. Ji ber ku gelek miletê me li van deran bûn, em jî hatin vir. Bi qasî 12 malên ji Bafê li vir in. Bi qasî 180 malên me li Elmanyayê ne. Têkiliyên me gelek baş in, hemû jî welatparêz in. 

Ya rastî ez nizanim kengê û çawa min ji PKK ê hez kiriye. Ji hinga bîrewer bûme, min her xwestiye ez hevalan bibînim û dîtina wan li cem min wek kêliyên mûqedes bûn. Hîna ez ciwan bûm, carekê hatin cem me. Didu ji wan jin, pênc kes bûn. Vêca ji şahiyan devê me nedihat ser hev. Me nedizanî em ji wan re çi bikin, dest û lingê me li hev dialiyan.


Yên li ber eskerekî lal dibûn êdî gule bera fermandaran didan

Li Bafê ez bi çavên xwe bûm şahidê şerekî di navbera hevalan û eskerên dijmin de, ji nişkeve min hew dît ku eskerên dijmin bi çek û bê çek li nav gund belav bûn. Hin ji wan bi tena kiras û derpeyên sporê jî rahiştibûn çekan û ber bi cihê bûyerê ve baz didan. Sal 1993 bû, ez nûh zewicî bûm, hîna rewşen çênebûbû. Du mîlîsên partiyê pêşwazî li neh kesên ciwan yên dixwazin tevlî bibin, dikin. Ew fermandarê qereqolê yê bi navê Cengîz pirr zilm li gundiyan dikir, ji nişkeve bi tesadûfî yan jî bi plan bû, kesî nezanî di wan ve derdikeve. Hevalê milîs jî bera wî û eskerekî dide, herdu jî li wir hatin kuştin.  

Piştre bi tank, top û balafiran herêm sotin, 11 heval li wir şehîd ketin. Rojên gelekî dijwar bûn, lê ji me re mîrateyên giranbuha hiştin. Gelê me yê li ber cendiremeyekî lal dibû, gule bera fermandarên Tirk dida. Piştî wê bûyerê, şevekê partî hat û li qereqolê xist, te tilîliyên me jinan bidîta! Bafê, di neqeba Cizîr û Hezexê de ye. Gelek şervan û şehîd ji gund derketîn. 


Mêvandara çalakvanên Strasbourgê

Mêvanên me gelek in, ez hîç aciziyê ji wan nakim. Hemû jî ji çalakiyan, bi taybetî yên ji Strasbourgê gelek caran li cem me ne. Em miletek in, xwîna me di nav hev de ye, welatê me û serokê me ye. Ez gelek serbilind im ku xizmeta hevalan dikim.

Serok Apo ji bo min gelek muhim e. Em hemû Kurd rabin, ti kes li me napirse heger em li halê xwe nepirsin. Wî em kirin insan, bi dev û lêv kirin. Nexasim jin, ji xwe em jin bi wî hatin cîhanê.

Nizanim heta niha çend caran çûme Strasbourgê. Ji bo dinya me bibîne, em dengê xwe derînin. Par jî em li wir bûn, her roj ez û hevalê xwe em diçûn. Me gelek jin dianîn mala xwe. Belê hêviya me ji CPT´yê heye, heger xeber neyîne, divê em li ser piyan bin. Em Kurd nesekinin û bimeşin.


Rewşen keça Leyla Oger

Ez angaje me helbet, Kurdistan her di dilê min de ye. Ji ber ku li Elmanya tiştên ez bikim piçûk in, lê li Kurdistanê karên giran û mezintir li benda min in. 

Serok dengekî mezin ê Kurdan e. Eger rojekê Kurd û Tirk li hev bên, misoger divê ew jî di nav de be. Kurd hişyar kirin. Heger em îro wek miletekî hene, em deyndarên wî ne. Elman gelek caran fêm nakin ka em çima van çalakiyan li vir çêdikin. Lê pirr meraq dikin, divê mirov bi wan bide fêmkirin ka em çima van çalakiyan li vir çêdikin. Em çima hinde bi Serok Apo ve girêdayî ne. Çima? Em nikarin bi wan bidin fêmkirin. Heta yên me jî gelek ji wan nizanin ka Apo kî ye û dîroka me çi ye? Em gelek tiştan dikin, lê em hîna pir lawaz in, têkiliya me bi wan re nîne an jî kêm e. Kêmasî di me de ye. Hê jî aliyê negatîf yên mirovên mezin heye. Ez hîç nivîsên li ser serok di çapameniya Elman de nabînim. Nebehskirin jî polîtîka ye û nahêlin em wî bidin fêmkirin jî. Gelek dilşad im ku ewqas mirov dihên û tevlî çalakiya li Strasbourgê dibin, karê xwe dihêlin. Lê divê hîn pirrtir beşdar bibin.

Divê ciwanên me pirrtir siyaseta xwe fêm bikin û tevlî bibin. Yên tevlî nabin jî li paş dimînin û dikevine riyên nebaş.


Huseyin Oger – Lahr

Em ji bo Serok çi bikin hindik e. Ew mirovê ku çav da me, guh da me. Mêvan dihên em xizmetê dikin. Ji bo partî serok û miletê me ye. Ew serê me ye eger ew nebin em bê serî dimînin. Em divên CPT biçe, rojekê ev çareserî be, cefa ye ji bo gelê me helbet. Xwezîka derfet heba, em biketina rojiya mirinê jî.  Belkî CPT biçe. Tişta ji destê me bê madî û manewî, divê em bikin. Mala min, ereba min û ez em tevde bi hev re di xizmetê de ne. Niha Rojhilat, Başûr û Bakur û wekî din di mala min de ne, ev çiqas hesteke bilind e. Ma me ji ku bi Efrîn, Rojhilat û Başûr dizanîbû, serok em kirin yek. Niha ji Rojava û Rojhilat dihêne ser axa Botanê û şehîd dikevin. Gava serok gotineke pirr piçûk jî derdixe derve pêşketina Kurdan çêdibe, lewre naxwazin têkilî hebe. Eger ne ew bûya, Kobanê jî bi ser nediket. Dewlet beraz e, bi zanebûn wisa dike. 

Eger em li çiya, deştan, li her derê dinyayê têkoşîna xwe xurt bikin, wê demê wê serokê me jî ji nav destên dijminan rizgar bibe.