Li Amedê 1. kombûna 60. rûniştina doza bingehîn a 'KCK'ê ku li gel parlamenterê berê yê DEP'ê Hatîp Dîcle 94 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di navbera 14'ê Nîsan û 24'ê Kanûna 2009'an de di bi navê operasyona 'KCK'ê de hatin girtin tên darizandin, doh li 6. Dadgeha Cezayê Giran destpê kir. Hatîp Dîcle beşdarî rûniştina dozê nebû. Di dozê de 84 girtî û li gel Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yên jê ji heman dozê dihatin darizandin û berî niha bi demekê hatin tahliyekirin 14 siyasetmedarên negirtî tên darizandin, amade bûn.


Rewabûna dadgehê nîne

Piştî heyeta dadgehê li cihê xwe rûnişt, parêzeran Mehmet Emîn Aktar, Meral Daniş Beştaş, Mûstafa Ozer û Firat Epozdemîr mafê axaftinê girtin û ji heyeta dadgehê xwestin ku xwe ji dozê vekişînin. Parêzeran destnîşan kirin ku dadgehê "rewabûna" xwe winda kirine û bi çavekî siyasî li rûniştin û  darizandinê dinêre.

Dewama dadgehên îstîklalê

Heman piştî parêzeran Hasan Huseyîn Ebem li ser navê hemû siyasetmedarên Kurd ên girtî mafê axaftinê kir û ji heyeta dadgehê ji bo parêznameyê bixwîne destûr xwest. Ebem di destpêka parastina xwe de got, "Tiştên ku Dadgehên Îstîklalê li Kurdistanê anîn serê Kurdan, îro ev dadgeh heman tiştî dikin" û li ser vê gotinê serokê dadgehê mîkrofon girt.

Dadger protestokirin

Li ser vê yekê parêzeran nerazîbûn nîşanî heyeta dadgehê dan û gotin "hûn nikarin paristinê asteng bikin." Serokê dadgehê jî îdîa kir ku parastin bi tenê der heqê îdîayan de dikare bê kirin û metna hatiye xwendin li derveyî parastinê ye. Li ser vê yekê hemû siyasetmedarên girtî û negirtî, temaşevan û gelek parêzer rabûn ser piyan û bi lêdana çepikan dadgeh protesto kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a "vekişîna heyeta dadgehê ji dozê" red kir. 

AMED