Welatiyên Êzîdî yên li Wargeha Roj a li Yenîşehîr a Amedê bi cih bûne rizgariya Şengalê bi coşeke mezin pîroz kirin. Welatiyan diyar kir ku ji 3'yê Tebaxê vir ve ji ber êrîşên çeteyên dagirker ên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, bi saya hezên PKK'ê ewil ji komkujiyê xelas bûn û niha jî hêviya wan a vegera ser axa pîroz çêbûye. Welatiyan anîn ziman ku eş û elema ku ji ber dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê kişandin, bi rizgarkirina Şengelê êdî dê bi dawî bibe. Welatiyên Êzîdî yên ku di dema hestên xwe yên li ser ji nû ve rizgarkirina Şengalê anîn ziman hêsirên çavên xwe nikaribûn bigrin diyar kirin ku roja ku Şengal hat rizgarkirin êdî ji bo gelê êzidî rojeke pîroz e û dê ji vir pêve ewê vê rojê her sal pîroz bikin.

'Qenciya PKK jibîr nabe´

Welatiyê bi navê Hecî Mirad yê 74 salî, li ser rizgarkirina Şengalê got ku xwedê ji PKK'ê razî be, ew ji bela DAIŞ'ê xelaskirine. Mirad anî ziman ku cihê PKK'ê li ser çavên wan heye û wiha axivî: "Ne Barzanî ne jî pêşmergeyên wî em xelas nekirin. PKK'ê me ji destên çeteyên DAIŞ'ê xelas kir. Xwedê rojek nêz de Serok Apo ji cihê têde derîne. Bi saxî û silametî me ew bidîta. Em ji bin destê zaliman xelaskirin. Ew jî ji bin destê zaliman xelas bibûya û bihata nav me."

´Ev roj ji bo me pîroz e´

Welatiyê bi navê Qasim Lalo yê 60 salî jî bilêv kir ku bi saya PKK'ê ew gihîştine van rojan û ew ji rezîlbûnê xelaskirine. Lalo diyar kir ku PKK'ê wan parastiye û ji qirqirinê xelas kiriye. Lalo anî ziman ku ne ji PKK'ê bûya dê DAIŞ'ê ev hemû bikuştana û wiha got: "Em li çolan tî û birçî man. Tenê ligel me PKK'ê hebû. Niha jî welatê me ji bin dagirkeriya çeteyan xelas kir. Em ji xwedê çi bixwazin. Lewre em muhacir bûn û me gelek cefa kişand. Lê rizgarkirina PKK'ê ya Şengalê ji bo me bû diyariya herî mezin. PKK'ê em ji destê dijmin û neyaran xelas kirin. Wan em bi tenê bernadan. Barzanî em bi tenê berdan û bi komkujiyê re rû bi rû hişt. Em vê yekê tu carî ji bîr nakin."

'PKK her tiştî kir´

Dayika bi navê Hezo Kicik jî bilêv kir ku ew qenciya PKK'ê tu carî nikarin ji bîr bikin û wiha axivî: "Serok Apo û PKK'ê em di bin destê dijminên ku dixwazin me tune bikin de nehiştin. Xwedê tu carî PKK'ê û Serok Apo texsîr neke. Mala wan ava be. Em nikarin bilî vê derheqê wan de tiştekî bêjin. Wan em xelas kirin. Xwedê jî vê baş dizane, gelê êzidî jî vê baş dizane û cihan jî vê yekê gelek baş dizane. Tiştê ku PKK'ê ji bo me kiriye tu gel û welatan ji bo me nekir. Bi îzna xwedê dê Serok Apo jî azad bibe."

Gerîla bimîne emê vegerin

Dayika bi navê Royer Elyas jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya PKK'ê ya ku dema êrîşên li ser gelê êzidî yên ku ji aliyê çeteyên bi alîkariya hezên nawneteveyî yên DAIŞ'ê re rû bi rû mane. Elyas got ku ne ji PKK'ê bûya ew ê hemû li çiyayê Şengalê bimirana. Ciwanê Êzîdî yê bi navê Raîd Hecî jî kefxwaşiya xwe ya rizgarkirina Şengalê anî ziman û wiha axivî: "Mala wan ava be. Şengala me ya pîroz ji bo gelê Êzîdî rizgar kirin. PKK'ê demeke dirêj e ji bo Êzîdiyan şer dike. Bi rizgariya Şengalê jî em serbilind kirin. Eger PKK û gerîla li Şengalê bimînin emê vegerin ser axa xwe.

DIHA/AMED