Serokê Desteya Rêveber a BEKSAV’ê û solîstê Koma Muzîkê ya Vardiya Kenan Agbulut pirsên ANF’ê nirqandin.
We 4 sal şûnde dîsa BEKSAV ava kir. BEKSAV çima hatibû girtin, çima dîsa hat vekirin?
20 sal paşeroja BEKSAV’ê heye. Lê di 2010’an de ji ber pisgirêkên aborî û krîza rêveberiyê 4 sal navber hat dayîn. Em dîsa ketin nava hewldanan û ji bo em navenda çand û hunera alternatîf ava bikin me dest bi xebatan kir. Dema me dest bi xebatan kir jî me çavderiya xwe ya ji bo pêşerojê anî cem hev û me xwest pêş bikevin. Ji bo vê em çûn kampên Pirsûsê.
Hûn ê îro xetek çawa bişopînin?
Dirûşmeya me hemane: Ji bo civakê huner, ji bo mirovahiyê zanist, ji bo azadiyê polîtîka. Em xwedî li mîrateya xwe derdikevin, lê ji bo pêşketina vê em xwe berpirs dibînin. Em ê vê mîrateyê pêş bixin û bigihînin gel. Projeyên me hene. Mînak li dijî feraseta hunera burjuva ya Bînela Stenbolê, em dixwazin bîenalek alternatîf biafirînin. Mijarên wan ên vê demê: xwê-av. Em bi projeyên HES’ê dizanin ku av ne bi xwê, tehl e. Ji ber vê yekê jî em ê biçin Heskîfê, Deryareş û Egeya ku li dijî HES’an têdikoşin. Ji bo em çanda bindestan ya tine dibe bidin nasîn, bi zimanê Hemşînce, Rumiya Pontus, Lazkî, Çerkezî, Ermenî û Kurdî xebatan bimeşînin. Ne tenê xebatên ziman wê bernameyên çandî jî hebin. Em ê xebata dîrokî ya devkî bikin.
Ji bilî atolyeyan serdana we ya Pirsûsê çêbû. Sedem?
Derdê me zelal e. Armanca me ya BEKSAV’ê ev e: Em aliyek in; em li gel kedkar û bindestan e. Di van şert û mercan de kêm be jî em dixwazin germahiya hunerê bibin ji mexdûrên şer re. Her wiha me xwest ku em nêzîkatiya xwe ya li dijî şoreşa Rojava nîşan bidin.Dirûşmeya me ya azadiyê jî ji bo biratî û wekheviyê ye. Me xwest em fikra xwe ya der barê meseleyê de li wir bêjin. Ji bo em vê pêvajoyê bimeşînin em her hefte hîndekarên xwe dişînin wir.
We xebatek çawa meşand?
Me li du kampan atolyeyên erbaneyê ava kir. Em perwerdeya erbaneyê didin zarokan. Em dixwazin ku dema Kobanê azad bû bila bi erbaneyên xwe bikevin Kobanê ya azad.
Hûn ê parastin û piştevaniya ji bo Kobanê çawa wê bidomînin?
Em du alî dikin. Ya yekem, wek însiyatîfa hunera azad li qadên cuda tevlî xebatan dibin. Ya duyemîn xebatên me yên serbixwe hene. Em ê di meha Sibatê de dîsa biçin. Vê carê em ê xebateke ku giranî şanoyên civakî ne bikin. Hîndekarên me di vê pêvajoyê de wê dorveger biçin wir. Di encama van xebatan de em ê li Stenbolê di bernameya salvegera damezrandina BEKSAV’ê de bi zarokên koroya Zarokên Kobanê re derkevin ser dikê. Ger mimkun be em dixwazin hunera xwe bi kantonên Kobanê re jî parve bikin. Tenê aliyê teoriyê ji bo me têr nake. Em ji bo vê rewşê biguherin çûn wir. Mirov li wir rondikên çavan dibarînin. Em xwe wek piştgirîvanê Kobanê nabînin. Em xwe di nava şoreşê de dibînin.”
RÛKEN ADALI/ANF/STENBOL