Endamê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê, Esed Beşîr Yasîn da zanîn ku gelê herêmê yekîtiya xwe ava kiriye û Tirkiye wê li hemberî yekîtiya wan têk biçe.

Esed Beşîr Yasîn têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a axa Sûriyê got, hêzên navneteweyî û herêmî, nexasim dewleta Tirk, ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dest werdidin herêmê û aloziyê kûrtir dikin.

Esed Beşîr Yasîn destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşberî tevahî cîhanê, Bakurê Sûriyê û herêmên Şehbayê dagir dike û wiha axivî: ″Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van siyasetan, dide nîşandan ku komployek li dijî gelê Sûriyê û mafê mirovan heye.″

Yasîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî, ne ji mafê Tirkiyeyê ku destwerdana axa Sûriyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe : ″Tirkiyê dixwaze li herêmê planên xwe pêk bîne û naxwaze ku aloziyê Sûriyeyê çareser bibe. Her kes dizane ku dewleta Tirk destekê dide komên çete.″

Yasîn diyar kir ku gelê Sûriyê dikare pirsgirêkên xwe çareser bike û got, ″Danûstandinên di navbera pêkhateyên Sûriyê de, tekane riya çareseriya aloziyê ye. Bi destên hêzên cîhanî, çareserî pêk nayê.″

Esed Beşîr Yasîn hişyar kir Tirkiyeyê ku xwe ji Sûriyê vekişîne û ev got: ″Hemû pêkhateyên Sûriyeyê yekîtiya xwe ava kirine. Wê Tirkiyê li hember vê yektiyê bi bin bikeve.″

Endamê Meclîsa  Damezrîner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê Esed Beşîr Yasîn di dawiya axaftin xwe de li dijî dagirkeriya Tirkiyê got, ″Em dikarin bi xwe, xwe bi rê ve bibin.″ 


 ANHA / QAMIŞLO