Meclîsa Gel a Brîtanya, pêr Yekşemê li bakurê Londonê li herêma Harîngeyê bi beşdariya 300 kesî panêlek lidar xist. Di panêlê de Hevserokê partiya herî mezin a Rojavayê Kurdistanê PYD'ê Salih Muslim weke axaftvan amade bû û got, "Îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn di gelek mijaran de ji şoreşê re pêşengiyê dike. Kurd li her devera lê ye li ber xwe dide."

Muslim da xuyakirin, ku gelê Kurd bi têkoşînê re baweriya ji xwe bi dest xistiye û got, "Gelê Kurd îro dîrokê dinivîsîne. Dîroka kevin û şaş hatiye nivîsandin, em sererast dikin. Kurd bi dîroka îro re rû bi rû ye. Pêvajoya berxwedanê ya li Rojavayê Kurdistanê, li nava rûpelên dîrokê dinivîsîne."

Em dixwazin li ser axa xwe azad bin  

Muslim ragihand, ku weke gelê Kurd hemû armanca wan, jiyaneke bi rûmet û azad a li ser axa xwe ye û destnîşan kir, ku wan çav bernedane axa ti gelî.
Muslim di vî warî de weha peyivî; "Li Sûriyê 26 sal in şer heye. 26 sal in di navbera kesên li Sûriyê xwedî hesaba ne, şerê deshilatdariyê heye. Ji wan cûda, em xwedî stratejiyekê ne. Me ev stratejiya xwe heta roja îro meşand. Me ji destpêkê ve dizanîbûn ku şoreşa Sûriyê naşibe ya Tûnis, Misir û yên din. Mûxalîfan û dijberên rejîmê jî temenekî bi qasî 6 mehan da rejîma Esed. Lê îro du sal di ser re derbas bûn. Kes nizane wê ji niha û pê ve jî çiqasî dewam bike."

Me tenê ji gelê xwe piştgirî dît  

Hevserokê PYD'ê bibîr xist, ku heta roja îro li dijî wan gelek polîtîkayên dijber hatine kirin û got, "Hêzên rejîmê û çeteyan timî êriş kirin. Me li gelek bajarên li Rojava li dijî çeteyan şer kirin. Pirraniya van çeteyan jî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî me hatin bikaranîn. Îro jî hînê Tirkiye ji gelek ji van çeteyan re mêvandariyê dike."
Muslim bibîr xist, ku dewleta Tirk ji bo pêşî li bidestxistina mafên Kurdan bigire gelek peymanên veşartî û qirêj kirin û di vî warî de êrişa li Serê Kaniyê bibîr xist.
Muslim da xuyakirin, ku Kurdan nîşanî dost û dijman dane ku ew bi axa xwe ve dilsoz in û got, "Axa li Rojava hina di bin deshilatdariya me de ye. Me heta niha serê xwe li ber ti hêzî ne tewand. Gava me ev kir jî, me ji ti dewletê alîkarî nestend. Me berxwedana xwe bi alîkariya gelê kir."

Aştî bi aramiyê ve gerêdayî ye  

Muslim anî ziman ku li Sûriyê hin derdor hene aştiyê dixwazin hin jî dijberên aştiyê alîgirên şer hene û axaftina xwe weha dewam kir: "Dîrokê nîşan da, ku heta aramî li Sûriyê serdest nebe, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Em îro weke pirek di navbera Kurd û Ereban de dibînin. Em naxwazin aştiya navbera Kurd û Ereban xera bibe. Emê di vê pêvajoyê de rola xwe ya dîrokî bicih bînin."
Salih Muslim destnîşan kir, ku PYD partiyeke xizmetî gelê xwe dike ye û şensê partiyên xizmetî gelê xwe nakin tineye bijîn.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim herî dawî bang li gelê Kurd kir, ku alîkariyê Rojavayê Kurdistanê bike.
Panêl, piştî axaftina Muslim, bi beşa pirs û bersivdayînê bi dawî bû. 

LONDON




'Beyî lihevhatinek petrol nayê firotin'

Rojnameya El-Haeyat a Londonê, derbarê rewşa dawî li Suriyê û Roavayê Kurdistanê bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re hevpeyvînek lidar xist. Muslim di hevpeyvînê de diyar kir ku ew bêyî lihevhatineke Siysî bi beşên din ên opozisyonê re pêk neyê û bêyî naskirina mafên Kurdan rê nadin firotina petrola Sûriyeyê. Mislim got ku 15 hezar şervanên YPG’ê bi perwerde û rêxistinin herêmên Kurdî diparêzin.
Muslim di bersivên xwe de diyar kir ku tu pirsgirêkên wan bi Desteya Bilin a Kued re tuneye. pirsgirêk û nakokî  di nav Encûmana Niştimanî a Kurd de heye, herweha destnîşan kir ku Meclisa Glê a Rojava ji bo Hewlêrê hatiye vexwndin û şandeyeke meclisê wê ji bo ravekirna têkiliyên di navbera herdû meclisan de her Hewlêr. Mislim got :"Li ser partiya azadî di dadgehê de doz hatiye vekirin, lewma em hûbûna wan di Desteya bilind de na pejirînin".

Biryar di destê DBK'ê de ye

Di derbarê pirsa ku, hêzên rejîmê xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê kişandine û rê dane ku herêm têkeve destê YPG’ê de Muslum got:" hêzên rejîmê ne bi dilê xwe, dibin zextê de vekişiyane", Muslum diyar kir ku hêzên YPG’ê bi eşîrên herêma bakur rojhilat re ketine têkiliyan û diyar kirine ku YPG’ê dê hemû pêkhateyên herêmên biparêzin û li dijî rejîmê derkevin  û got: ‘’ ji bo rêvebirina herêmê, komîteyên hevbeş hatine avakirin û şerê me bi rejîmê re ye, ne bi eşîran re".
Di derbarê biryara Yekîtiya Ewrupa ya kirîna petrola Sûriyeyê, Mislim got ku 60% betrola Suriyê di bin deshilata YPG’ê de ye û biryara firotinê di destê Desteya Bilind a Kurd de ye.
Muslim derbarê çareseriya nakokiyên li Suriyê de desnîşan ki ku rêbazên tundiyê bi ser neketin tişta ku niha dibê ne têkoşîna ji bo demokrasiyê ye, lê belê bûye şerê ji bo desrhilatê ye, çareserî wê siyasî bê, bi lihevhatineke navneteweî, herêmî, li ser rêbazên aştyane wê çareserbibe.