
Fermandariya Rojava ya Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) , bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku şervanê azadiyê Robîn Agirî (Mîchael Israel) jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate gotin, “24’ê Mijdara 2016’an li rojavayê Minbicê di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên di dilqê ‘OSO’ de, Şervanê Azadiyê yê Enteryasyonalîst hevrêyê me Robîn Agirî nemir bûye.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Robîn Agirî ku bi gotina ‘li Rojava û Bakurê Sûriyê şoreşa azadiyê ya gelan heye. Ez ji bo ku di vê têkoşînê de cih bigirim hatim’ hate xaka Rojava û li xaka Rojava bi hîs û ramanên enteryasyonalîst tevgeriya û dema ku li dijî dijminê herî mezin ê gelên Rojava-Bakur AKP û çeteyên faşîst DAIŞ’ê şer dikir nemir bûye. Robîn Agirî demekê bi şervanên me tevlî pêngavan bûye û bi hev re jiyane. Em weke Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî em sond dixwin ku bîranîna hevrêyê me Robîn Agirî bidin jiyîn û ala ku wî hildaye tim li jortir bigirin û heta azadiyê hilgirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN