Çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî di roja 9`an de dewam dike. Çalakî li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê ji aliyê şêniyên kantona Girê Spî ve tê organîzekirin û birêvebirin. Doh nûnerên Rêveberiya Herêma Firatê çûn serdana çalakvanan û pişgrî dan wan.
Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl axivî û got; “Em berxwedan û têkoşîna we silav dikin. Bi hevgirtina we wê tevahiya komployên dagirkeriya Tirk pûç bibin.” Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û destnîşan kir ku neviyên Osmaniyan ji nimuneya demokratîk û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin. Em destê aştiyê ji hemûyan re dirêj dikin. Lê dema şer hat û êrişî xak û destkeftiyên şehîdan bû, wê demê em bêdeng namînin. Em ê xwe li hember her gefekê biparêzin.” Tê payîn ku çalakiyên konvedanê yên mertalên zindî bê navber bidomin û dê şandeyên cuda ji herêmên Firat û Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin.
ANHA/GIRÊ SPÎ