Di 19’ê Tebaxê de şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê dewleta Tirk hatibû desteserkirin. Li hemberî vê desteserkirinê nobeta demokrasiyê hatibû destpêkirin, nobeta demokrasiyê di roja 19’an de didome. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamên dîwana hevserokatiya KCD’ê, parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên HDP’ê û endamên TJA’yê jî tê de bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Girseya li qadê sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Amed ya me ye’ berz dikin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Hulya Alokmen Ûyanik di çalakiyê de bal kişand ser polîtîkayên qeyyûm û got “Helwesta me rast e. Gelê Amed, Mêrdîn û Wanê îradeya hemû Tirkiyeyê ye.”Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku polîtîkayên wezîfedarkirina qeyyûm dûmahîka dagirkeriya Efrînê ye.
Em ê desthilatdariyê biguherînin
Parlamenterên HDP’î jî di nav de şêniyên Mêrdînê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP’î cara 19’an li hev kom bûn. Li gel zext û êrişên polîsên Tirk jî HDP’î li pêşiya Parka Karayollari çalakiya rûniştinê kirin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak axivî û destnîşan kir ku wê dest ji berxwedanê bernedin. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar piştî daxuyaniyê axivî û got: “AKP’ê nekarî têkçûna xwe hezm bike, lewma bi rêya qeyûman darbeyeke qirêj kiriye. Hêza me ji gel e. Yên ku ders ji 7’ê Hezîranê dernexistin bila li 31’ê Adarê binerin. Ev desthilatdarî wê biçe. Em ê desthilatdariyê biguherînin.”
AMED-MÊRDÎN
YE’yê li xwe qewimand
Yekîtiya Ewrûpayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’î da. Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya li Konseya Ewropayê, der barê dagirkirina şaredarên HDP’î daxuyaniyek weşand. Daxuyanî pêşkêşî civîna 4’ê Îlonê ya Konseya Wezîran hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 19’ê Tebaxê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatine desteserkirin û bi sedan kes bi îdîaya “pêwendiya xwe bi terorîzmê heye” hatine destgîrkirin.
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi van xalan tê kirin; “Tayînkirina qeyûman li şûna Selçûk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe û Ahmet Turk cihê fikaran e ku ev yek hurmeta li encamên demokratîk ên hilbijartinên 31’ê Adarê dixe rewşeke gumanbar. Dûrxistina ji wezîfeyê ya berpirsyarên siyasî yên cihî û girtina wan dike ku hilbijêr di asta cihî de ji temsîliyeta siyasî bêpar bên hiştin û demokrasiya xwecihî jî dixe nava rîskê.” Di daxuyaniyê de her wiha bang hate kirin ku ji bo çareseriyeke aştiyane û mayinde pêvajoyeke siyasî ya berfireh û pê bawer ji nû ve bê destpêkirin.
BRUKSEL