Şaredariya Gel bi dirûşmeya ʺEm ê jiyana xwe ya rojane bi çanda xwe ya resen, bijînʺ navên gundên ku navê wan hatibûn guhertin careke din navê wan ê resen lê tê vegerandin. Rastî wan gundan li ser riyan navê gundan bi zimanê kurdî, surynî û erbî têne nivîsandin.
Têkildarî mijarê. Endamê ragihandin û wergerê yê Şaredariya Dêrik Elî Hecî diyar kir ku wan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî navên dikan, parkan, tax û deverên giştî li ser tabloyan dinivisîn.
Hecî destnîşan kir ku wan bi 12 milyon lêreyên Sûriyê ji bo vê projeyê veqetandine.
Hemwelatiyên Dêrikê jî kêfxweşiya xwe bi vê projeyê anîn ziman .
KAWA HEMO / ANHA / DÊRIK