Dayikên Aştiyê beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê bûn li dijî dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û wan got, Kurd wê teqez bi ser kevin.

Nobeta demokrasiyê ya li dijî dagirkirina şaredariyên HDP'ê dest pê kir, 43 roj in didome.

Çalakiya li Wanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk tê. Parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mensûr Işik, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr, endamên Dayikên Aştiyê yên Gever û Wanê beşdarî çalakiya doh bûn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Geverê Naciye Îke axivî û diyar kir ku kesên ji xwe re 'demokrat im' dibêjin divê li dijî vê neheqiyê bin.

Naciye Îke got, "Îradeya me ji destê me wergirtin. Me zehmetiyên mezin kişandin. Gelo ewqas heqaret ne bes e? Demokratên li nava vê civakê bila piştgiriyê bidin me. Em êdî nizanin ku çi bêjin. Em mirovên vê xakê ne. Ji berxwedêran re serketinê dixwazim. Serketin a me ye. Çi dikin bila bikin em ê teqez bi ser kevin."

 ANF/WAN