Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li mala xwe ya li Amedê ev 119 roj in ku di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Doh danê sibê doktorekî dewletê li deriyê mala wê xist û got, “Ew ji aliyê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê ve ji bo kontrola rûtîn hatiye wezîfedarkirin.” Doxtor xwest ku Leyla Guvenê kontrol bike. Lê Leyla Guven daxwaza doktor a ji bo kontrolê red kir. Hate ragihandin ku bi doktor re amûrên pîvandina tansiyonê, rêjeya şekir û mêzîn hebû.
Li aliyê din Leyla Guven, peyameke bi dîtbarî ji Nîna Ehmedî re şand.
Ez nexweş im lê bi moral im
Nîna Ehmedî ku ev 30 sal in di nav têkoşîna azadiyê de xwedî ked e, ji ber pençeşêra malzarokê li Viyanayê derman dibe. Ehmedî, di peyama xwe de ji bo Leyla Guven gotibû, “Ez nexweş im, lê moralê min baş e, ji ber ku baweriya min mezin e.”
Ez ê mîzginiyê bidim te
Leyla Guven di peyama xwe e ya ji bo Ehmedî de got, “Dengê me giha her deverê. Serfirazî nêzîk e. Em ê di demeke kurt de encamekê wergirin. Dema ku me encam stand jî, ez ê mîzginiyê bidim te.”
MA/AMED