Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gef xwar û got, heger êrişeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin, ew ê jî bi bombeya atomê bersivê bidin.

Pûtîn di civînekê de ku bi sedan pispor lê amade bûn, axivî.

Pûtîn got, di êrişeke muhtemel a li dijî welatê wan de welatê ku êriş bike “wê ji holê rabe.”

Pûtîn gef xwar ku di êrişeke muhtemel de wê karibin bombeya atomê bi kar bînin û îdîa kir ku ev yek jî tenê ji bo parastinê ye. Pûtîn got, di êrişa destpêkê ya dijî welatekî de wê bombeya atomê bi kar bînin.

Pûtîn di heman demê de gef xwar, heger li dijî welatê wan gefa bi êrişa bi bombeya atomê bê xwarin, ew ê jî bombeya atomê bi kar bînin.

 

ANF/SOÇÎ