Aldar Xelîl: Em dagirkeriyê qebûl nakin. Şertê me yê esasî ew e ku dagirker li welatê me nemînin. Ji Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirker ji xaka me derkevin. Têkoşîn û berxwedana me ya di vê çarçoveyê de dewam dike.

MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/QAMIŞLO

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl rewşa siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî ya sala 2019’an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Xelîl got, sala 2019’an ji bo têkoşîna demokratîk a li Kurdistanê û Sûriyeyê saleke gelekî girîng bû û destnîşan kir ku di nava vê salê de eşkere bû ku di serî de dewleta Tirk hêzên dagirker hemû bi çi rengî dixwazin destketiyên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rakin.

Aldar Xelîl ragihand ku di heman demê de ji bo parastina destketiyan û danasîna van destketiyan û rastiya şoreşa demokratîk ji raya giştî ya navneteweyî re pêvajoyeke gelekî girîng bû.

Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê kar hat kirin

Aldar Xelîl anî ziman ku ji aliyê civakî û rêxistinî ve ji bo civak bigihîje asta zîhniyeta rêxistinî û demokratîk kar hatin kirin û got, “Yanî sala 2019’an bû saleke têkoşîn û berxwedana demokratîk û encamên mezin ên vê têkoşînê. Çawa li Baxozê bidawîbûna DAIŞ‘ê hate ragihandin, di heman demê de ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê jî kar hatin kirin. Di sala 2019’an de bi nûnerên civaka navneteweyî û hêzên demokratîk re karê dîplomatîk hatin kirin û ji bo danasîna rastiya Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke girîng bû.”

Pîlanên wan neçûn serî

Xelîl wekî din ji bo bûyerên sala 2019’an got, “Di dawiya sala 2019’an de xwestin ku herêmên hatin rizgarkirin û sîstema demokratîk lê hate avakirin, hemûyan dagir bikin. Li dijî herêma me êriş hatin kirinn. Ji aliyê leşkerî, civakî, siyasî û rêxistinî ve berxwedaneke bêhempa li dijî êrişan hate nîşandan. Bi vê berxwedanê êriş û pîlanên dagirkeran û alîgirên wan têk hatin birin. Weke ku xwestin, weke ku pîlankirin nebû. Yanî mirov dikarin bibêjin ku bûyerên di sala 2019’an de qewimîn bi salekê beriya wê ve girêdayî bûn. Ev pêvajo hîn bi dawî nebûye û wê di sala 2020’an de jî dewam bike.”

Xelîl bal bire ser têkiliyên dîplomatîk jî û destnîşan kir ku Kurd û gelên herêmê cara yekê ye di dîroka xwe de di vê astê de têkiliyan datînin û got, “Yanî di pêvajoya şoreşê de sîstema ku nûnertiya civakê dike, gihîşt heta astekê. Beriya niha nehatiye dîtin ku di vê astê de li nava civaka navneteweyî bûye xwedî rol û bandor. Di dîrokê de cara yekê ye ku ev pêk tê. Nasnameya sala 2019’an diyarker bû.

Gelan pişta me girt

Mînak, dema ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî me dest pê kirin, civakên li derdora me û biyanî, parêzvanên mafên mirovan, aştî û azadiyê hemû li gel me cihê xwe girtin û li ber êrişên dagirkeriyê rabûn. Ev yek ji ber xwe ve nebû. Heger beriya wê kar nehatibûya kirin, beriya wê rastiya me nehatibûya vegotin, helwesteke alîgiriya me wê nîşan nedabûna.

Di heman demê de bandora têkiliyên fermî yên sîstemê jî heye. Yanî têkiliya ku bi dewletan re hatiye danîn nabe ku ji nedîtî ve bên. Ev dewlet (dewletên xwedî bandoreke xurt in) di nava biryarên navneteweyî de dewletên sereke ne. Bi van dewletan re jî hevdîtin hatin kirin. Tevî ku ne li gorî sîstemê, dagirkeran jî bûn hin rastî ji wan re hatin nîşandan. Dewletên hegemonîk ên li tevahiya herêmê bi bandor in jî neçar man ku bi nûnerên şoreşa me re hevdîtinan bikin, têkiliyan daynin. Her wiha navendên biryardanê yên li dijî mafên gelan jî ji bo têkiliyan deynin gelek caran neçar man ku biryarê bidin.

Nûnerên gelên herêmê û şoreşa me ya demokratîk çûn van navendan û nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. Ev hemû encama têkiliyan bûn. Di van têkiliyan de me ti carî li gorî hesabê aliyên din danûstandin nekirin. Em her tim li ser xeta sêyemîn man. Bi her kesî re me têkilî danîn.”

Efrîn wê rizgar bibe

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bal bire ser dagirkirina Efrînê jî û got, “Gelê me yê Efrînê di sala 2019’an de berxwedaneke bêhempa nîşan da. Gelê Efrînê heta niha ji Efrînê dûr neketiye û ji bo ji raya giştî ya navneteweyî re bibêje ‘binihêrin, ez li derveyî bajarê xwe me, bajarê min dagirkirî ye û ez vê dagirkeriyê qebûl nakim’ li ser sînorê Efrînê li binê konan in.

Ev helwêsta gel dike ku hebûna Efrînê bikeve rojeva tevahiya dinyayê. Di heman demê de berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) heta niha dewam dike ku ji jin û mêrên Efrînê pêk tên. Rojane çalakiyên leşkerî dikin. Di hevdîtinên dîplomatîk hemûyan de mijara sereke Efrîn bû.”

Xelîl destnîşan kir ku ew bawer in bi hêz, biryardarî û israra xurt a gel wê Efrîn rizgar bibe.

Berxwedanê yekîtî afirand

Aldar Xelîl êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî nirxandin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina van her du bajaran e. Xelîl got, “Niha jî dixwazin vê pîlana xwe dewam bikin. Li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî de Erdogan neşxeya Sûriyeyê nîşanî her kesî da. Ji Cerablûsê heta Dêrikê xetek işaret kir. Gotibû, ‘Ez ê vê herêmê bi temamî wergirim’. Her kesî jî pejirand. Lê belê nikare temamiya van pîlanên xwe pêk bîne. Erdogan û Trump li pêşberî vê berxwedanê neçar man ku ‘agirbest’ê ragihînin.

Çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Yekîtiyek afirî. Ne tenê gelê Kurd, gelên li Kurdistanê hemû tevlî vê berxwedanê bûn.”

Aldar Xelîl got, “Ji Dêra Zor, Şedadê û Reqayê ciwan li otobusan siwar bûn û berê xwe dan Serêkaniyê û Girê Spî û tevlî şer bûn. Ev yek nîşan dide ku projeya Neteweya Demokratîk gihîştiye armanca xwe.”

Aldar Xelîl got, dewleta Tirk a dagirker her çend li qadeke cografî bi pêş ve çû be jî berxwedan dewam dike: “Berxwedana me dewam dike. Em herêma xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku bi pêş ve biçin. Em dagirkeriyê qebûl nakin. Şertê me yê esasî ew e ku dagirker li welatê me nemînin. Ji Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirker ji xaka me derkevin. Têkoşîn û berxwedana me ya di vê çarçoveyê de dewam dike.”